'Ciwanên bi hêrs' ên AKP'ê komkujiya li Stenbolê li xwe girt

Çeteyên DAIŞ'ê, ku ji aliyê AKP'ê ve weke 'ciwanên bi hêrs' hatin binavkirin, komkujiya li klûba Reîna ya Stenbolê di sersalê de hat kirin, li xwe girt.

Çeteyên DAIŞ'ê, ku ji aliyê AKP'ê ve weke 'ciwanên bi hêrs' hatin binavkirin, komkujiya li klûba Reîna ya Stenbolê di sersalê de hat kirin, li xwe girt.

Reutersê ragihand, DAIŞ'ê bi daxuyaniyekê komkujî li xwe girtiye.

Di êrîşê de 39 kesan jiyana xwe ji dest da bûn, 65 kes jî birîndar bûbûn, ku rewşa tenduristiyê ya 4 ji wan giran e.

Ev yek dikare weke êrîşa destpêkê ya ku DAIŞ'ê li Tirkiyeyê kiriye û li xwe girtiye, bê dîtin. DAIŞ'ê heta niha bi taybetî Kurd û hêzên demokrasiyê dikuşt. Bi êrîşa dawî re xuya ye hedefên xwe berfireh kiriye.