Welatiyê Fransiz Yûsûv Kodat ku ji komkujiya Reîna a Stenbolê rizgar bûyî, di vê komkujiya bi destê DAIŞ’ê de pêk hatî ku 39 kes miribûn û 65 kes jî birîndar bûbûn, tişta ku wan kêliyan qewimî ji çapemeniyê re got.
Kodat qurnefîl danî cihê komkujiyê û got polîs piştî bûyerê bi 20 deqeyan ji nû hatine cihê bûyerê. Yûsûv Kodat wiha got: ‘’Di şevê de pir kes hebûn. Her kes bi lezûbez xwe avêtin deverekê. Min jî fêhm nekir bê ka çi bû û dest bi bezê kir. Polîs bi derengî gihaşte cihê bûyerê. Piştî bi 20 deqeyan hatin. Gelek birîndar hebûn û pir xwîn ji wan diçû. Dengê çekan bi berdewamî dihat. Min li pişt qoltixan xwe veşart û bi vî awayî xilas bûm. Min digot belkî çend kes vê bûyerê dikin. Piştre di nûçeyan de min dît ku tenê kesek e.’’
Konat diyar kir di dema êrîşê de li qata serayê gelek kesan xwe avêtin deryayê.