Ji bo çalakiyên Qetlîama Parîsê, ji NAV-DEM’ê banga tevlîbûnê

NAV-DEM’ê, bi boneya salvegera Qetlîama Parîsê, di serî de meşa navendî ya 7’ê Çileyê, ji bo çalakî û aktîvîteyên ku ji hêla TJK-E û YJK-E tên organîzkirin banga tevlîbûna girseyî kir.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanyayê (NAV-DEM), îro daxuyaniyek nivîskî weşand, girîngiya têkoşîna ku wê bi tevahî milan ve qetilkirina siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ronî bike û ji berpirsan hesab bipirse destnîşan kir. Bi taybet jî hat bibîrxistin ku, ji ber demek nêzî destpêka dozê ya endamê îstîxbarata Tirk ê wek kujer li girtîgehê dihat ragirtin, hat kuştin, ev wezîfe û berpirsiyariyên hê zêdetir dide ser milên saziyên Kurd, gelê Kurdistanê û raya giştî ya pêşverû.

Di daxuyaniyê de gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Ronîkirina Qetlîama Parîsê, çareseriya pirsgirêka Kurd e” hat bibîrxistin, peyam hat dayîn ku wek Tevahî Meclîsên Navenda Civaka Demokratîk û pêkhateyên wê, ji milê siyasî, hiqûqî û dîplomatîk û di tevahî pêvajoyan de wê têkoşînek çalak bê meşandin. NAV-DEM’ê da xuyakirin ku di serî de meş û mîtînga navendî ya 7’ê Çileyê, wê bi awayekî çalak tevlî tevahî çalakî û aktîvîteyên ku ji hêla TJK-E û YJK-E tên organîzekirin bibin, banga têkoşîna hevpar li tevahî gelê Kurd, Kurdistanî û giştî beşên demokrat, azadîxwaz, şoreşger hat kirin.

BANGA JI BO BEŞÊN NAVNETEWEYÎ

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo ronîkirina vê qetlîama ku bi gelek belge û mukirhatinan hatiye eşkerekirin ku ji hêla dewleta Tirk a bi lîdertiya Erdogan hatiye organîzekirin, di serî de Fransa û Elmanya, ji hêzên navneteweyî hat xwestin ku wezîfeyên xwe yên mirovî, hiqûqî û siyasî bi cih bînin.