Lava: Tecrîda li ser Rêbertî tê şidandin
Lava: Divê jin û ciwan pêşengî ji çalakî û serhildanê re bikin. Lazim em jin ji her demê bêhtir xwedî li ser azadiya Rêbertî derkevin. Em sîstema Îmraliyê hilweşînin, tecrîdê rakin.
Lava: Divê jin û ciwan pêşengî ji çalakî û serhildanê re bikin. Lazim em jin ji her demê bêhtir xwedî li ser azadiya Rêbertî derkevin. Em sîstema Îmraliyê hilweşînin, tecrîdê rakin.
Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Jiyan Lava, têkildarî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê ra axivî.
Lava bibîr xist, ku di ser komploya 15'ê Sibatê re 17 sal derbas bûne û dewleta Tirk ji roja destpêkê heta niha, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hucreya yek kesî û di nava sîstema îşkenceyê ya giran de digire.
Lava destnîşan kir, ku sal bi sal ev îşkence tê şidandin û diyar kir, tevî van pêkanînan, dewleta Tirk şerekî giran ê psîkolojîk dimeşîne û ji her alî ve tecrîdê giran dike.
Jiyan Lava got, "Sîstema Îmraliyê ji bo vê yekê hatiye avakirin. Ev sîstem roj bi roj tê girankirin. Ji 5'ê Nîsanê û vir ve hevdîtin bi Rêbertî re nehatiye kirin. Dewlet bi vê tecrîdê re êrîşî nêrîna Rêbertî dike. Ne tenê ji aliyê leşkerî ve, ji aliyê siyasî ve jî êrîş tê kirin. Êrîşeke îdeolojîk jî li Rêbertî tê kirin."
Lava da zanîn, bi rêya vê tecrîdê hewl tê dayîn vîna gel teslîm bê girtin û işaret bi berxwedana dîrokî ya 17 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Jiyan Lava anî ziman, Ocalan li nava çar dîwaran bi hêza nêrîn û vîna azad re projeya guherîn û veguherînê ava kir, li Rojava sîstema konfederal bi rê ve bir, li Rojhilata Navîn li dijî çareseriya hemû pirsgirêkan afirand, Tevgera Azadiyê ji her demê bêhtir xurt kir, di nava gelê Kurd de kesayetiyeke têkoşer afirand û ji bo çareseriya pirsgirêkên gelê Kurd têkoşîneke mezin meşand.
Lava bal kişand ser gefên li Ocalan tê xwarin û got, "Rêbertî bi xwe jî dibêje 'ez dîlekî şer im'. Dewleta Tirk çima îdamê ewqasî dike rojev? Vê yekê li dijî tevgerê bi kar tîne. Ev nîşan dide bê dewleta Tirk çiqasî tengav bûye. Di nava vê pêvajoyê de AKP, MHP, CHP hemû bûn yek û neteweperestiyeke xurt derdixînin pêş. Bi vî rengî êrîşî gelê Kurd dikin. Tecrîdê dişidînin."
Lava anî ziman, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê îro li Rojhilata Navîn rê li ber gelek bûyerê girîng vekiriye û destnîşan kir, Ocalan bi hêza nêrîna xwe, bi vîna xwe ya azad pêkanînên dewleta Tirk ên sîstema Îmraliyê tevizandiye.
Lava got, "Kes nikare pêşî li nêrînên Rêbertî bigire. Ji bo rakirina tecrîda giran a niha, weke tevger em ê vê rewşê weke rewşeke ji rêzê nebînin."
Lava da xuyakirin, çawa ku Ocalan bi kûrahiya nêrîna xwe û sîstema Îmraliyê tevizand, divê ew jî weke gel û tevgerê, tecrîdê û şerê psîkolojîk bêkêr bikin û weke Tevgera Azadiyê ya Jinê ji her demê bêhtir têkoşîna xwe xurtir bikin.
Jiyan Lava got, "Girîng e azadiya Rêbertî bibe bingeha karên me. Divê xebatên me û serketinên me xizmetê ji azadiya Rêberê me re bikin. Hemû milîtan û welatparêzên vê tevgerê û gelê Kurd ê welatparêz divê bi hev re bikevin nava tevgerê û xwedî li Rêbertî derkevin."
Lava işaret bi çalakiyên ji bo azadiya Ocalan kir û da zanîn, jin wê pêşengiyê ji van çalakî û berxwedanê re bike.
Endama Koordînasyona PAJK'ê Jiyan Lava wiha dewam kir: "Pêwîste jin û ciwan pêşengiyê ji çalakî serhildanê re bikin. Ji her demê bêhtir divê em jin xwedî li azadiya Rêbertî derkevin. Em sîstema Îmraliyê hilweşînin û tecrîdê rakin. Rewşa tenduristiyê ya Rêberê me nebaş e û jiyana wî ne ewle ye. Eger li Tirkiyeyê faşîzm di vê astê de di nava tevgerê ye û di rewşeke gelekî tengav de ye, hingî ewlekariya Rêberê me di garantiyê de nîne. Ji ber vê yekê divê kar û têkoşîna me xizmetê ji azadiya Rêbertî re bikin."
Lava destnîşan kir, ku ji bo rewşa Rêberê xwe ewle bikin, sala 2017'an wê ji bo wan bibe saleke mezin a têkoşînê û got, "Azadiya jinê azadiya Rêberê me ye, xurtkirina têkoşînê rakirina tecrîdê ye."
Di dawiya axaftina xwe de Lava bang li jinan kir, ku di sala nû de têkoşînê xurt bikin.