'Tirkiye ji aliyê aborî ve hewcedarê Ewropayê ye!'

Di şîrove nûçeyeke Spîegel Onlîne de hat ragihandin, rewşa li Tirkiyeyê ku roj bi roj nebaş dibe, welatên Ewropayê dixe nava tirs û fikaran. Hat îdîakirin ku fikar heye, ev welat Rûsyayê tercîh bike.

Di şîrove nûçeya bi îmzeya Markûs Becker de bal hat kişandin ser asta  heyî ya şerê dekuler-oldar a li Tirkiyeyê û hat gotin, Tirkiye ji aliyê berjewendiyên aborî û têkoşîna li dijî terorîzmê de hewcedarê Ewropayê ye.

Nivîs bi sernavê 'Tirsa Ewropayê ya polîtîkaya Rojhilat a Erdogan' hat weşandin û hat bibîrxistin, ku Tirkiye ya li Kurdistanê û Tirkiyeyê di nava şer de ye, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê li dijî deh hezaran mûxalîfan polîtîkayên tund dimeşîne. Di nivîsê de hat ragihandin, rewşa aboriyê ya li Tirkiyeyê roj bi roj nebaş dibe û hat destnîşankirin, îdîaya 'em di şerekî nû yê rizgariyê de ye' ya Erdogan, ku çend roj berê bi kar anî, nîşaneya vê rêveçûna nebaş a welêt e.

Di nivîsê de işaret bi êrîşa li dijî navenda şahiyê ya Reîna hate kirin û hat ragihandin, pêwendiya vê yekê bi aloziya navbera hêzên sekuler û oldar re heye.

'DIBE KU ALOZIYA NAVBERA AKP'Ê Û MIROVÊN SEKULER, ZÊDE BIBE'

Kovarê di vî warî de nêrîna endamê Weqfa Polîtîk û Zanistî ya Berlînê (SWP) Loannîs Grîgorîadîs girt. Grîgorîadîs da xuyakirin, ku saziyên medyayê yên xwe oldar nîşan didin, çend hefte beriya pîrozbahiyên Noelê û sersalê propaganda dijberiyê kirine, lê belê hikûmetê li dijî vê ti tedbîr negirtiye.

Grîgorîadîs daxuyaniya Serokatiya Karên Diyanetê ya Tirk a beriya sersalê li dijî sersalê weşand, bibîr xist û diyar kir, aloziya navbera hikûmetê û mirovên sekuler, dibe ku hê nebaş bibe.

Nêrîna parlamenterê SPD'ê Knût Fleckensteîn jî di şîrove nûçeyê de hat ragihandin, ku Fleckensteîn got, "Bêguman mafê Enqereyê heye ku gel li dijî terorê biparêze. Lê belê bi girtina bi deh hezaran kesî û bêkarhiştina bi hezaran kesî ev nabe."

ABORIYA TIRKIYEYÊ BI YEKÎTIYA EWROPAYÊ VE GIRÊDAYÎ YE

Di şîrove nûçeyê de hat ragihandin, muzakereyên endametiya Tirkiyeyê bi Yekîtiya Ewropayê re dewam dikin, lê kesek bawer nake ku di vî warî de pêşketine çêbibe. Hat destnîşankirin, li Ewropayê li ser rêveçûna Tirkiyeyê tirs û fikar hene.

Di şîroveya Spîegelê de hem Grîgorîadîs hem jî Fleckensteîn gotin, 'Tirkiye ji ber sedemên aboriyê nikare têkiliyên xwe yên bi Yekîtiya Ewropayê re bibire'. Di şîrove nûçeyê de hat ragihandin ji sedî 46 ê îthalata Tirkiyeyê û nîvê îxracatê li Yekîtiya Ewropayê tê kirin. Hat gotin, derba li sektora tûrîzmê ket, girîngiya Ewropayê zêdetir kir.