Sosyalîstên ku li pêşiya Reînayê hatin binçavkirin hatin berdan

Ji bo qelîama Reînayê ya ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hate kirin protesto bikin, 15 sosyalîst hatibûn binçavkirin, karûbarên wan ên li edliyeyê temam bûn.

Endamên ESP û SGDF'ê yên ku li pêşiya Kulubê daxuyanî dan û qûrnefîl danîn cihê qetlîam lê qewimî, hatin binçavkirin.

Navê kesên ku hatibûn binçavkirin: Endamê MYK a ESP'ê Mesût Çekî, endama MYK a SKM'ê Pinar Turk, endamên ESP'ê Alî Karaçay, Ûgûrcan Bayer, Dogûkan Onûr Gursoy, Alî Aykûl, Serokê SGDF'ê Okan Danaci, endama MYK a SGDF'ê Alî Denîz Esen, endama Koordînasyona Navenda OGK'ê Ozge Dogan, endama SGDF'ê Leyla Nûyan, Rêveberê HDP'ê yê bajêr Volkan Ûyar, ji parêzerên Buroya Hiquqê a Çewisandinan Sezîn Ûçar, Guhan Kaya û Dîren Karabag û edîtora ETHA a ku daxuyaniya sosyalîstan dişopandin Îsmînaz Temel.

Yên ku duh hatibûn binçavkirin piştî ji Qereqola Polîsan a Arnavûtkoyê şûn de şandin Midûryeta Emniyetê ya Stenbol a li ser Rêya Vatan. Sosyalîst îro di saetên şevê de şandin edliyeyê.

îfadeya sosyalîstan ji aliyê sê dozgeran ve hate girtin. Hemû sosyalîstên ku hatibûn binçvkirin piştî îfadeya wan hete girtin û şûn de hatin berdan.