Hollande û Mahsûm li Bexdayê li hev rûniştin

Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande çû paytexta Iraq Bexdayê û bi Serokkomarê Iraqê Fûad Mahsûm re rûnişt.

Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande, danê vê sibehê tevî heyeta pê re gihîşt paytexta Iraq Bexdayê. Hollande bi Serokkomarê Iraqê Fûad Mahsûm re rûnişt. Li ser vê hevdîtinê heta niha ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê, ku DYA pêşengiyê jê re dike û Fransa jî di nav de ye, ev du sal in li Iraqê li dijî DAIŞ'ê şer dike. Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande bû lîderê yekemîn ku di nava van du salên dawî de du car in serdana Iraqê dike. Di nava heyeta Hollande de Wezîrê Parastinê Jean Yves Le Drîan jî heye.

Piştî hevdîtina bi Mahsûm re tê payîn Hollande bi Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî re jî rûnê.

Hat gotin, piştî danûstandinên li Bexdayê Hollande wê berê xwe bide Hewlêrê û li vê derê bi Serokê Giştî yê PDK'ê Mesût Barzanî re jî rûnê.