Nobedarên vê hefteyê koma ji Kasselê ye
Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ya li ber Konseya Ewropayê, 237 hefte ne bê navber dewam dike. Nobeda vê hefteyê ji aliyê komek ji 4 kesan a ji bajarê Kassel ê Elmanyayê ve tê girtin.
Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ya li ber Konseya Ewropayê, 237 hefte ne bê navber dewam dike. Nobeda vê hefteyê ji aliyê komek ji 4 kesan a ji bajarê Kassel ê Elmanyayê ve tê girtin.
Çalakiya nobedê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî tê lidarxistin, her hefte ji aliyê Kurdistaniyên ji bajarekî li Ewropayê ve tê meşandin.
Heta roja îro bi sed hezaran belavok û broşur hatine belavkirin. Her wiha bi rengekî devkî agahî ji deh hezaran kesî re hatiye dayîn. Kurdistaniyên bi navê Meryem Laçîn, Bahattîn Kaplan, Medenî Apaydin û Sarûhan Akad ên ji bajarê Kassel ê Elmanyayê hatin, nobeda vê hefteyê digirin.
Endamên koma ji Kasselê, ku ji roja Yekşemê ve nobedê digirin, dan xuyakirin ku ew esareta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ketiye sala 18'an qebûl nakin, lewma tevlî çalakiya nobedê bûne.
Çalakgeran bibîr xistin, têkoşîna aştî û azadiyê ya Ocalan ku bi dehan salan e didomîne, êdî li gelemperiya cîhanê tê qebûlkirin û bang li dewletên Ewropayê kir ku dest ji desteka xwe ya ji bo polîtîkayên Tirkiyeyê berdin.
Çalakgeran her wiha bang li Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê kirin, ku ji bo lêkolînkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav de ye, bi lezgînî bikevin nava tevgerê.
Nobeda li ber avahiya Konseya Ewropayê, tevî serma û seqemê jî her roja saet di navbera 07:30 û 16:30 de tê girtin.