Independentê li ser rêxistinbûna DAIŞ'ê ya li Rihayê nivîsî

Çeteyekî berê yê DAIŞ’ê ji rojnameya The Independent a Ingîltere re axivî û got bê ka DAIŞ li Tirkiyê çawa xwe birêxistin dike.

Piştî komkujiya Ortakoyê têkiliya hikûmeta AKP’ê ya bi cîhadiyan re û gefên van rêxistinan ên li ser Tirkiyê têne rojevê.

Endamekî berê yê çete yê DAIŞ’ê ji Independentê re axivî got DAIŞ Tirkiyê weke welatekî "Misilman, Rêveberên wê pişta xwe dane Îslamê, bi Amerîkî û Rûsan re hevkariyê dikin" dibîne.

Endamê berê yê DAIŞ’ê dibêje DAIŞ Tirkiyê weke "dijminê herî çavsor" dibîne û rêxistinê li dijî Tirkiyê şer ragihandiniye.

Di nûçeyê de tê gotin, melayên mizgeftên Rihayê bang li ciwanan dike da ku tevlî DAIŞ, Nusra bibin û 'xizmetê ji îslamê re bikin'.

RIHA WEKE SÛRIYEYÊ TALOKE YE

Yassir Abdulhamîd ku tîne ziman, ji ber sedema DAIŞ’ê ew ji herêma li nêzî sînor reviya ye, hatiye li Stenbolê bi cih û war bûye, dibêje, "Ji ber sedema DAIŞ’ê ez neçar mam ku biçim. Deverên weke Rihayê weke nava Sûriyê taloke ne."

Abdulhamîd dibêje, bêyî ku rayedarên Tirk jê agahdar bin, ew fêhm nake bê ka DAIŞ çawa ewqasî bi rehetî kar û barê xwe dike û dibêje, Helbet min hin tişt derbarê hin têkiliyan bihîstibûn lê niha em van neaxivin, rîska wê pir e."

Abdulhamîd behsa êrîşa Ortakoyê jî dike û dibêje, ji dema ku ew hatiye Stenbolê û vir ve li Stenbolê DAIŞ’ê du çalakiyên mezin li Stenbolê pêk anîne û dibêje, "Li deverê weke Riha, Kilîsê gef li ser me hebûn, ji ber ku em aktîvîst bûn. Niha li Stenbolê li ser her kesî gefa DAIŞ’ê heye."

Di nûçeyê de cih ji bo gotinên rayedarekî berê yê Tirkiyê jî hatiye veqetandin. Ev rayedar behsa şaneyeke DAIŞ’ê ya li Semsûrê dike, diyar dike, her çendî di destê wan de îstîxbaratan heye j îli dijî wan tiştek nayê kirin.