Parastina Ozgur Gundemê û nûçegihaniyê kirin

Di doza Ozgur Gundemê de, Rêveberê Weşanê yê Giştî Bilîr Kaya û Endamê Desteya Şêwrê yê Weşanê Bîlge Aykut Contepe parastin kirin. Contope got, "Ozgur Gundem ji bo vî welatî destketiyek bû."

Rêveberê Weşênê yê Giştî yê Ozgur Gundemê ku ji hêla rejîma AKP/Qesrê ve hatî girtin Bîlîr Kaya ku Pêrşemê tehliye bûbû, Endamê Desteya Şêwrê yê Weşanê Bîlge Aykut ku bê girtî tê darizandin derketin pêşberî dadger. Midûrê Karê Nivîsê yê rojnameyê Înan Kizilkaya ku bi girtî tê darizandin weke cara dî dîsa bi hinceta ku ‘’wesayit û personel kêm in’ ji hêla rêveberiyê girtîgehê ve destûr nehate dayin ku were dadgeê. Şandeya dadgehê faks şande girtîgehê lê dîsa bêencam ma. Endamê desteya şêwrê ya weşanê Necmîya Alpay û Aslî Edogan jî li dadgehê hazir bûn.

CONTEPE: EZ PROTESTO DIKIM

Bîlge Contepe di parastina xwe de wiha got: ‘’Ozgur Gundem rojnameyeke azad e ku bi destûra dozgeriyê derdikeve. Nûçeyên wê yên derbarê ekolojî, tevgerên hawîrodorê de hene. Ku Milliyet jî bûya min ê endamtiya şêwrê ya weşana wê bikira. Ev ji bo welêt destketiyeke girîng e. Bi awayekî sembolîk min endamtiya şêwrê ya weşanê kir.’’

Dadger ji Contepe pirs kir bê ka kê teklîf jê re aniye û got, ‘’te meaş stand?’’, ‘’tu tevlî civînan bûyî?’’

KAYA: MIN NÛÇEGIHANÎ KIR

Bîlîr Kaya di prastina xwe de wiha got: ‘’Ez sûcdariyan qebûl nakim. Azadiya weşanê û derbirînê weke sûc hatiye nirxandin. Bi sê nûçeyan bi endambûna rêxistinê tême sûcdarkirin. Ev helwesteke li dijî hiqûqê ye. Min rêveberiya weşanê ya rojanameyeke wiha kir ku hemû pêvajoyên yasayî ne. Çêkirina nûçeyan nûçegihanî ye. Heke çêkirina nûçeyan sûc be, nûçegihanî jî sûc e.’’

Asli Erdogan û Necmiye Alpay jî xwestin ku ew ji rûniştinê xilas bibin.

PARÊZERAN GOTIN..

Parêzer Ozcan Kiliç got, ‘’Hûn jî baş pê dizanin ku girtîgeh nayên ragirtin. Ji bo vê jî ez daxwaz dikim ku Înan Kizilikaya serbest were berdan. Em ê nerevin’’

Prz. Erdal Dogan xwest ku qedexeya derketina derve a li ser miwekîlên wî were rakirin.

Prz. Sennûr Babûg jî  xwest biryara girtinê ya li ser Contepe ji wan re bişînin.

BI ŞAŞÎTÎ KESEKÎ DÎ BINÇAV KIRIN

Polîsên ku ji bo Contepe, 16’ê Tebaxê biryara binçavkirinê dayin, bi ser mala yekî dî yê bi navê Bîlge Contepe de girtine û ev jin 2 rojan hatiye binçavkirin, piştî du rojan, piştî ku dozger hay ji rewşê çêdibe serbest tê berdan.