Selahattîn Erdem têkildarî berxwedan, têkoşîn û serketinên sala 2016’an li Kurdistanê nivîsî û got: "Berxwedana sala 2016’an a bi armanca rêveberiya xweser a demokratîk hatî bipêşxistin, qehremaniya gelê Kurd ji nû ve zindî kir û Plana Rûxandinê ya AKP’ê ji hev belav kir. Ketina hikûmeta Ahmet Davutoglu û hewldana cuntaya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê jî di encama wan berxwedanan de pêk hatin. Li ser vê bingehê pergala dijminê Kurd, bi pênaseya wan ve; hat asta mirin û mayînê. Înşallah sala 2017’an jî wê bibe sala mirina vê pergala faşîst û komkujer."
Nivîsa Erdem wiha ye:
Em gihiştin dawiya sala 2016’an a miladî ya ku êş û destkeftên wê gelek bûn.Dema kû hûn van rêzan dixwînîn, mirovahî wê derbasê sala 2017’an bibe. Bê niqaş e ku sala 2016’an di dîrokê de saleke herî bi pevçûn û bi şer û wisa jî saleke berxwedanê bû. Heman taybetmendî bi awayekî herî eşkere neqlî sala nû dibe. Ji ber hindê, ji niha ve diyar e ku sala 2017’an jî di nav pevçûn û şer de derbas bibe. Her wisa mirov zehmetî dikişîne ku pîrozbahiyê li tevahiya mirovahiyê bike. Encex em dikarin hêvîdariya serketin û azadiyê bikin.
Bêguman e ku sala 2016’an ji bo gelê Kurd û gelên li Rojhelata Navîn saleke dijwar a şerî bû. Şerê li Rojhelata Navîn ku şerê 3’an ê cîhanê ye, wekî tofanek bi serê gelan de hat û polîtîkayên faşîzma AKP-MHP’ê ya komkujer jî, êş û janên nayên jibîrkirin bi gelê Kurd dan jiyîn. Li gel van hemûyan jî, gelê Kurd karîbû êş û janên xwe hembêz bike û li dijî faşîzma AKP-MHP û DAIŞ’ê li Tirkiyeyê û li Kurdistanê mizgîniya demokrasiyê berbelav dike. Ev têkoşîn wisa jî hêviya rizgariyê dide gelên li Rojhelata Navîn û tevahiya mirovahiyê.
Tê zanîn ku gelê Kurd li gel şerê li dijî DAIŞ’ê û wisa jî bi berxwedanên Cizîr û Sûrê li dijî êrîşên giştî yên faşîzma AKP-MHP’ê dest bi sala 2016’an kir. Sala 2016’an ji bo Kurdan ji her aliyî ve bû saleke şerê mezin û ya berxwedanê. Gelê Kurd di pêvajoya dîroka 40 salan a berxwedana nûjen de sala herî dijwar a şer û berxwedanê derbas kir. Di dawiya vê salê de ku wendahî û destkeftên wê mezin bûn, gelê Kurd li dijî faşîzmê serî daneynî û gihişt qonaxeke herî nêzîk a azadiyê.
Serkeftinên Kurdên Rojava yên li dijî DAIŞ’ê di sala 2016’an de jî dewam kirin. Şerê li dijî DAIŞ’ê ku li ser bingeha Federasyona Bakurê Sûriyeyê hat bipêşxistin, li Minbicê bi ser ket û îro gihiştiye asteke ku azadkirina Reqqayê ji xwe kiriye armanc. Ev têkoşîna ku tevahiya planên AKP-MHP’ê xera kirin û wisa kir ku Tayîp Erdogan tifa xwe carekî din bialêse. Li dijî vê qehremaniya gelê Kurd û rêxistiniya wî ya demokratîk bi pêş ket û di heman demê de bi gelên wek Asûr û Ereb re jî hevkariyên yekîtiyên demokratîk ava kirîn. Li ser vê bingehê em tevahiya şehîdên ku di berxwedana li dijî DAIŞ’ê de canê xwe gorî kirîn bi rêzdarî bi bîr tînin û tevahiya berxwedanên serkeftî jî silav dikin.
Bêşik, bûyera ku mohra xwe li sala 2016 an dayî jî berxwedanên xweseriya demokratîk yên li Bakurê Kurdistanê bûn. Faşîzma AKP-MHP’ê bi desteka ji Amerîkayê jî girtîn, ji 24”ê Tîrmeha sala 2015’an ve êrîşeke faşîst a komkujer li ser gelê Kurd bi pêş xist. Her wisa gelê Kurd jî ji Cizîr û Sûrê berxwedanên herî mezin yên dîrokê dan destpêkirin, li gel berxwedanên Gever û Nisêbînê, di tevahiya havînê gerîlayên Kurd li deşt û çiyan û li bajaran şerê mezin yên berxwedanê pêk anî. Êrîşên gerîla yên li Enqere, Stenbol, Elezîz û Qeyseriyê bi xistina balafira Tirk a li Amedê ve gihişt lûtkeya herî bilind. Em her wiha her kesê ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê li ber xwe dayîn bi rêzdarî silav dikin û di kesayetiya Mehmet Tûnç û Asya Yûksel de şehîdên qehreman yên berxwedanê bi minetdarî bi bîr tînin.
Divê em van xalan carekî din destnîşan bikin. Faşîzma AKP-MHP’ê di sala buhurî de serî li her cure rêbazên barbar û derî mirovahiyê da. Ji şewitandina mirovan bigir, heta bombekirina şehîdgehan, cesedên mirovan bi wesaîdên zirxî ve kişandin û her cure kiryarên der mirovî bi kar anîn. Îro jî mirovan tijî dikine zindanan û dixwazin tevahiya destkeftên demokratîk û şoreşgerî ji holê rakin. Ev kiryarên faşîzma AKP-MHP’ê ya ji 24’ê Tîrmeha sala 2015’an ve kirîn, ne di serdema faşîzma 12’ê Îlonê ya cuntaya Evren û ne jî di dema desthelata Çîller, Demirel, Gûreş û Agar ya destpêka salên 1990’î de jî nehatine dîtin û jiyîn.
Li dijî êrîşên topyekûn yên faşîzma AKP-MHP’ê, gelê Kurd û hêzên demokratîk jî bi berxwedana demokratîk ve bersiv dayîn. Di seranseriya sala 2016’an de Rêbertiyê li ber xwe da, gel li ber xwe da, gerîla û parastina cewherî li ber xwe da, siyaseta demokratîk li ber xwe da, her wisa tevgerên jin û ciwanan jî bi giştî li ber xwe dan. Gotinên pêşengê berxwedana Cizirî Mehmet Tunç ku gotî: ‘Me li dijî faşîzmê çog neda erdê, bi me şanaz û serbilind bin!’ Bû diruşma pîroz a sala 2016’an.
Berxwedana sala 2016’an a bi armanca rêveberiya xweser a demokratîk hatî bipêşxistin, qehremaniya gelê Kurd ji nû ve zindî kir û Plana Rûxandinê ya AKP’ê ji hev belav kir. Ketina hikûmeta Ahmet Davutoglu û hewldana cuntaya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê jî di encama wan berxwedanan de pêk hatin. Li ser vê bingehê pergala dijminê Kurd, bi pênaseya wan ve; hat asta mirin û mayînê. Înşallah sala 2017’an jî wê bibe sala mirina vê pergala faşîst û komkujer.
Niha têkoşîna dîrokî ya germ û dijwar bi tevahî neqlî sala 2017’an dibe. Lewre mirov bêje; wê sala 2017’an bibe saleke şerê mezin û ya şoreşê, ev jî nabe kehanet. Hem li Kurdistanê û hem jî li Rojhelata Navîn ev rewşa şerî wê berfireh û berbelav bibe. Diyar û ne hewceyê niqaşê ye ku gelê Kurd û hêzên azadiyê ji pergala faşîst zêdetir bi amadekarî û bi însîyatîf dikevine sala 2017’an. Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê berxwedana şoreşgerî li her derê û piralî berdewam dike. Ji Rêbertiyê heta gel, ji jinan heta ciwanan, ji çiyan heta bi zindanan li her derê berxwedan heye. Berxwedan li metropolan belav bûye û çalakiyên gerîla, faşîzmê ji bingeha wê ve hejandin. Her wisa li Reqqa, Bab û Mûsilê tevahiya planên AKP’ê vala hatin derxistin. Gelê Kurd li gel desteka ji gelên herêmê û ji mirovahiya pêşverû, hewla hevpeymaniya di nav xwe de jî li ser bingeha yekîtiyekê bi pêş xist.
Li hemberê vê jî pergala klasîk a dewleta Tirk rûxiya, faşîzma AKP-MHP’ê jî veguherî serdema herî zeyîf a di dîrokê de hatî jiyîn. Li gel ku Tayîp Erdogan û Devlet Bahçelî hewl didin li ser bingeha nasyonalîst-mezhebperest pergala rûxiyayî ji nû ve sazkar bikin, nekarîn û nikarin encamê bigirin, wisa jî rûxandin her dewam dike. Hevpeymaniya bi nasyonalîstiya Îttihat-teraqiyê ya hemû hêzên faşîst jî encama ji wan re pêwîst pêk neanîye. Ev herdu hêz, ne dikarin bi Tevgera Fetullahî ya ku wek dijmin dibînin re pêk werin û ne jî dikarin bi rastî jî têbikoşin. Bi taybetî jî şansê jiyîna feraseta pergalên dijminên gelê Kurd li Rojhelata Navîn nemaye.
Plan û peymanên ku hikûmeta AKP’ê bi Rûsya, Îsraîl û Îranê re kirîn pir biha jê re dibe mal û her kêlî wek dijminahiyeke dîtir lê vedigere. Di wan têkiliyên ku her tiştên Tirkiyeyê hatîn îpotek-kirin de serketineke cidî ne pêkan e. Ya rastî her tişt ji bo xapandina civaka Tirkiyeyê ye. Li gel tevahiya şantajan jî bi yekîtiya Ewrûpayê re dijber in û hilbijatinên Amerîkayê jî li dijî wan encam daye. Ji ber ku bi vê rastiyê dizanin, beriya ku rêberiya nû li Emerîkayê dest bi kar bike, wisa jî beriya ku hêzên azadiya Kurd êrîşa mezin pêk bînin, hewldide Babê bistîne û bi tehdîta Şingalê re dixwaze xwe li ser lingan bigire. Lê Bab ji vê gavê ve vegeriyaye kendaleke jê nayê derketin û dagirkirineke li Şingalê wê ji bo dewleta Tirk bibe mezintirîn kendala dîrokî.
Ev hemû ji bo pêşbîniya sala 2017’an têrî dikin. Pir zelal e ku eger li vê berxwedana xwe ya dîrokî berdewam bike, wê di sala 2017 an de jî gelê Kurd û Bizava Azadiyê bi ser bikevin. Ne kehanet e ku mirov bibêje wê sala 2017’an ji bo faşîzma AKP-MHP’ê bibe sala têkçûn û feşkilînê. Wisa jî gotina, ku wê ev sal bibe sala serketin û azadiya gelê Kurd jî, bi tenê rastxwendina siberojê ye. Ev sala ku ji bo gelê Kurd û hêzên demokratîk derfet û fersendên dîrokî pêşkêş dike, wê bibe sala têkoşîn û serketinên payebilind. Helbet ev encam, encex bi berxwedanake antî-faşîst a bikare rastiyan baş bibîne û analîz bike ve pêkan e. Li ser vê bingehê em sala nû ya gelan û ya hêzên demokratîk pîroz dikin, hêvîdar în ku sala 2017’an bibe sala serketin û azadiyê.