Wekîlê HDP'ê Ahmet Yildirim: Divê hikûmet îstifa bike

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Yildirim diyar kir, ku ji AKP berpirsyarê komkujiyan e û got, "Divê hikûmet îstifa bike."

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xist û li ser Komkujiya Reîna axivî.

Yildirim got, "Li ti welatî, bêyî zemîn bê amadekirin, êrîşên bi vî rengî yên rê li ber înfiala civakî veke, pêk nayê."

Yildirim da xuyakirin, ku mirovekî Tirkiyeyê nas neke, dema li meha dawî ya Tirkiyeyê binêre wê fêhm bike bê Tirkiye ji kê re bûye çavkaniya îlhamê û destnîşan kir, Tirkiye ji xwînrijan re bûye çavkaniya îlhamê.

'YÊN KESÊN JIYANA XWE JI DEST DANE BIBÎR ANÎN HATIN BINÇAVKIRIN'

Yildirim bibîr xist, aktîvîstên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ên xwestin qurbaniyan bibîr bînin û qurnefîlê deynin cihê lê jiyana xwe ji dest dane, hatine binçavkirin.

Ahmet Yildirim di dewama axaftina xwe de ev daxuyaniya Serokkomarê Tirk a li ser êrîşa li welatekî din bibîr xist: "Em siyasetmedar, ji cînayetên li welatê me rû didin berpirsyar in. Ji ber ku dema ev gel dengê xwe dide me, ji me re dibêje 'tu yê jiyana min, mal û milkên min ewle bike'. Bi vê armancê deng dide me."

'ARMANCA VÊ ÊRÎŞÊ NE DESTHILATDARÎ YE, ARMANC CIVAK E'

Yildirim pirsa 'Gelo Birêz Serokkomar hê xwedî heman nêrînê ye?' pirsî û got, "Di vir de hûn nikarin bêjin 'armanc dewlet e'. Hûn nikarin vê yekê ji bo referandûmeke gengaz bi kar bînin. Di vir de armanc civak e, armanc xerakirina aramiyê. Para desthilatdariya siyasî di vir de heye. Lewma hedef desthilatdarî nîne, hedef civak e."

BANGA ÎSTIFAYÊ LI HIKÛMETÊ KIR

Yildirim di dewama axaftina xwe de ev pirs kir, "Gelo ji bo desthilatdariyek bêje 'min nekarî pêşî li mirina mirovan bigire, min nekarî vî welatî bi rê ve bibim' divê hê çi bibe?" û wiha dewam kir: "Yek ji sedî bûyerên li vir diqewimin li welatekî din biqewime, eger wijdanekî demokratîk hebe, eger li ber xwe bikevin, wê hikûmet yekser îstifa bike. Hikûmet nikare welêt bi rê ve bibe. Divê hikûmet îstifa bike."