3 gundên din hatin azadkirin

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, 3 gundên din rizgar kirin.

Şervanên Odeya Çalakiyan a ku ji Til Semenê ya girêdayî Reqeya dest bi paqijiyê kirin, gundên Dehlan û Erîêr ên li rojavayê Til Semenê jî ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin. Di şer de gelek çete hatin kuştin.

Dîsa, şervanên ku ji Kadiriyê û Kerduşanê ve ketin nav tevgerê jî, gundê Bîrsan ê ku 2 kîlometreyan dûrî gundê Henhudê ji DAÎŞ’ê standin.

Li her 3 gundan jî şervanan dest bi xebatên lêgerîn-paqijkirinê kirine.