Li Sêrtê kalê 80 salî Haci Îsa Sezek, Hevserokê DBP’a bajar Agît Kaysî, welatiyên bi navê Bahrî Tez û Osman Koçak ku ev 24 roj in di bin çavan de bûn, piştî karên wan ên li midûryetê bi dawî bûn, derxistin dadgeha Sêrtê. Piştî karên wan ên li dadgehê, daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê hatin kirin û 4 welatî bi îdîaya “Endamên rêxistinê” hatin girtin.
Sezek ku di bin çavan de gelek caran nexweş ket, hat diyarkirin ku pirsgirêkên cidî ên tendirûstiyê dijî.
ENQERE
Li Enqerê di operasyonê de ku ji aliyê tîmên Midûryeta Şaxê Têkoşîna bi Terorê re (TEM), bi îdîaya Tunay Şenturk ku endamê 'RedHack' hate binçavkirin. Hat îdîakirin ku Şenturk li ser hesabê xwe ya tora civakî ya bi navê "Lazepem" belegeyên mîna "Belgeyên aîdî dewletê li ser tora înternetê belav kiriye" û "Hewl daye ku xwe bigihîne hinek bBelgeyên saziyan."
Şentûrk, piştî kontrola tendirûstiyê û şûn de şandin Midûryeta Emniyetê ya Enqereyê.
MANÎSA
Li Manîsayê kesê bi navê Yûnûs Aydin bi gotina ku "Wê îfade bide" ji aliyê polîsan ve ji cihê kar hate binçavkirin.
Hat diyarkirin ku Aydin birine qereqola polîsan a Gedîzê.