Dostê Kurd Gyorgy Kakuk jiyana xwe ji dest da
Dostê gelê Kurd rojnamevan û siyasetmedar Gyrogy Kakuk ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Dostê gelê Kurd rojnamevan û siyasetmedar Gyrogy Kakuk ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Dostê gelê Kurd ê Macar rojnamevan û siyasetmedarê Macar Gyorgy Kakuk duh (3'ê Çileyê) li paytexta Macarîstan Bûdapeştê ji ber krîza dil di 52 saliya xwe jiyana xwe ji dest da.
Greogy Kakuk cara yekemîn di sala 1991'ê de çû serdana Kurdistanê, ku hingî gelê Başûrê Kurdistanê ji ber zilma Saddam berê xwe da bû Bakur û Rojhilatê Kurdistanê.
Ji wê demê ve Gyorgy Kakuk weke dostekî gelê Kurd tevlî nava çalakiyên siyasî û rewşenbîriyê bû. Kakuk li gelek bajarên Bakur û Başûrê Kurdistanê geriya û li ser wan nivîsî. Li Qendîl, Zagros û Zapê geriya û hevdîtin kir.
Kakuk ku di heman demê de endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Koalîsyona Demokratan a Macarîstanê bû, bi hewldanên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên li qada navneteweyî jî dihat askirin.
Kakuk li ser Tîmora Rojhilat û Kosovoyê belgesel amade kir û semîner da.
Bi sedan nivîsên wî li ser Kurdan û mafên Kurdan heye. Projeya wî ya herî dawî jî li ser 12 gerîlayên têkoşîna azadiyê bû, ku hemû xeterî dan pêş çavên xwe û ji bo parastina civaka Êzidî berê xwe dan Şengalê. Kakuk dixwest li ser vê mijarê belgefîlmekî û pirtûkekê amade bike.
Kakuk ê gelek caran çû serdana Qendîlê, piştî ku gerîla dît digot, "Ti hêz nikare bi gerîla."