SMJÊ: Wê li dijî êrîşên li ser Şengalê çalakiyên protestoyî li dar bixe

Têkildarî êrîşên li ser Şengalê Koordînasyona Sêwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) civînek li dar xistin û wê li Ewropayê rêzeçalakiyên protestoyî li dar bixin.

Li ser daxuyaniyên rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybet Nêçîrvan Barzanî, Koordînasyona Sêwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ)ên li Ewropayê civînek awarte li dar xist û di encama nirxandinên berfireh de biryar hate girtin ku di pêşengtiya SMJÊ de wê ji 4 meha Çile heta 6'ê mehê bi dirûşma "Dest nedin Şengalê, Êzidî wê xwe bi xwe bi rê ve bibin" li Elmanya rêzeçalakiyên protestoyî li dar bixin. Her wiha wê di çalakiya de daxwaza derxistina PKK'ê ya ji lîsteya terorê, statûya Şengal û  wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî daxwaz bikin.

NAVENDÊN KU ÇALAKÎ BÊN LIDARXISTIN

Roja Înê 06.01.2017'an li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê li pêşiya stasyona terenê, wê di saet 15:00'an de meş bê lidarxistin. Dîsa li bajarên Berlîn, Achîm, Heîdelkreîs, Celle, Hannover, Nîenbûrg, Sîegen, Wesel/Emmerîch jî wê amadekariyên meş û mîtîngan tên kirin.

Herî dawî Koordînasyona Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî, banga li gelê Kurd bi taybet civaka Êzîdî kir ku bi ruhê seferberiyê ji bo xweseriya Şengalê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî pir xurt beşdarî çalakiyên protestoyî bibin.