ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji bo 'mîlyonek dengê NA' ji Ewropayê derkeve, zend û bend hatin badan
Platforma 'NA' ya Ewropayê civîna xwe ya destpêkê pêk anî û hin biryar stand. -
Operasyonên qirkirina siyasî: Zêdeyî 100 kes hatin binçavkirin
Li Stenbol, Edene, Çewlik û Semsûrê polîsên Tirk avêtin ser malan û endam û rêveberên HDP, DBP, HDK, TJA û Egîtîm-Sen jî di nav de zêdeyî 100 kes binçav kirin. -
Meşa Dirêj a li Swêdê bi mîtîngê qediya
Kurdistanî û dostên wan ên li Swêdê dijîn, Meşa Dirêj a 11'ê Sibatê ji Balafirgeha Arlandayê dan destpêkirin, duh li navenda paytext Stockholmê bi mîtîngekê qedandin. -
Peyama Kongreya Gel a Mezopotamyayê ya li ser 15'ê Sibatê
Konseya Rêveber a Kongreya Gel a Mezopotamyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û komloya 15'ê Sibatê di salvegera 18. de şermezar kir. -
Ji bo Mele Abdulvahap Bariş merasîma cenaze
Li bajarê Elmanya Frankfûrtê ji bo yek ji damezrînerên Civaka Îslamiya Kurdistan (CİK) Mele Abdulvahap Bariş ê ku jiyana xwe ji dest dabû, merasîma cenaze hat lidarxistin. Ji 200 kes zêdetir tevlî merasimê bibûn. -
Di derbarê DAIŞ’iyê paye berz ê ku li Şengalê qetlîam kirî biryara girtinê
Di derbarê çeteyê DAIŞ’î yê paye berz ku di qetlîama Şengalê de ya li ser Kurdên Êzidî û revandina keç û jinan cih girtî, ji aliyê Elmanyayê ve biryara girtina navneteweyî hate dayîn. -
Dirûşma 'Azadî ji Ocalan re' li kolanên Stockholmê deng vedide
Meşa Dirêj a ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li Swêdê dest pê kir, di roja 2. de ye. Dirûşmên ji bo azadiya Ocalan û şermezarkirina dewleta Tirk tên qîrîn, li nava kolanên paytext Stockholmê deng vedidin. -
Polîsan çalakiya protestoyî ya li Stenbolê asteng kirin
HDK û HDP'ê xwestin, bi dirûşma 'Ji 15'ê Sibatê heta Rewşa Awarte; NA ji hemû komployan re' li navçeya Şîşlî ya Stenbolê xwepêşandaneke protestoyî lidar bixin. Lê belê polîsên Tirk destûra vê yekê nedan. -
Li Mersîn, Stenbol, Tekîrdag û Enqereyê operasyonên qirkirina siyasî
Li Mersînê, belavkarê rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya Aydin Aşir hat binçavkirin. Li Enqere, Stenbol û Tekîrdagê jî polîsan avêtin ser malên endamên SGDF. -
Ji bo Şirnexê kampanya alîkariyê dest pê kir
Komeleya Çand û Piştgiriyê ya Gelan û Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê, ji bo malbatên Şirnexê yên ji ber êrîşên dewleta Tirk ençar man cih û warên xwe biterikînin, dest bi kampanya alîkariyê kirin. -
Komplo li Malmo hate şermezarkirin
Komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di salvegera 18. de li bajarê Malmo yê Swêdê bi çalakiyekê hate şermezarkirin. -
Bi hezaran Kurdistanî û dostên Îtalyayî komplo şermezar kirin
Komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Îtalyayê bi çalakiyekê hat şermerzarkirin. Zêdeyî 150 sazî tevlî çalakiyê bûn. -
Çalakiya 'Azadî ji Ocalan re' ya li Osloyê qediya
Meşa li paytexta Norwêc Osloyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin, li stasyona navendî ya bajêr qediya. -
Meşa li Başûrê Fransayê bi mîtîngekê qediya
Meşa Dirêj a li Başûrê Fransayê, ku bi dirûşma "Em zincîrên dîlgirtinê biqetînin, Serok Apo azad bikin" hat lidarxistin, bi mîtîngeke girseyî qediya. -
TŞYG: Bi komployan pêşî li gelan nayê girtin
Komîteya Rêveber a TŞYG'ê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin, şermezar kir. -
KNK'ê di salvegera komploya 15'ê Sibatê de bang yekîtiya neteweyî kir
KNK'ê bang li Kurdistaniyan kir, ku li her cihî, hawar û gaziya xwe ya têkoşînê ji bo azadiya Ocalan û rizgariya Kurdistanê bilind bikin, yekîtiya xwe û tifaqa digel yar û hevalbendên Kurdan mezintir û saxlemtir bikin. -
Mele Abdulvahap Bariş jiyana xwe ji dest da
Yek ji damezrîner û rêveberên Hereketa Îslamî ya Kurdistanê (HÎK) û Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mele Abdulvahap Bariş, li bajarê Russelsheîm ê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da. -
Dadgeriya Tirk pêwîstî bi lêpirsîna Arslan ê gumanbar nedît
Abdullah Omer Arslan, ku piştî komkujiya li Pirsûsê ji ber liv û tevgera xwe ya bi guman ji aliyê gel ve hat girtin û radestî polîsan hat kirin, lêpirsîna der heqê wî de bê encam hat hiştin. -
Êrîşî Kurdistaniyên ku ji çalakiya Strasboûrgê vedigeriyan hate kirin
Komekî faşîst ên Tirk êrîşî otobusa Kurdistaniyên ku ji çalakiya protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrg a Fransayê hate lidarxistin vedigeriyan, kirin. -
Li Danîmarkayê Meşa Ji Ocalan re Azadî bi mîtîngekê qediya
Meşa Dirêj a ‘Ji Ocalan re Azadî’’ ya ku bi pêşengiya Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarkayê ji bo du rojan destpê kirî, îro li qada Radhûpladsen a li navenda bajêr a Kopenhagê bi dawî bû. -
Kartal: Wê di Biharê de faşîzma Erdogan bi dawî bibe
Remzî Kartal di mîtînag li bajarê Strasbotorûgê de ku bi boneya protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê hate lidarxistin axivî. Kartal berxwedana gel a li dijî komployê silav kir. -
Pêngava Xezeba Firatê: Her 2 bask gihiştin hev
Baskên Mekmen û Xinêz ên pêngava sêyem a Xezeba Firatê, gihiştin hev û herêmeke berfireh hate dorpêçkirin. -
Ji bo protestokirina komployê Meşa Dirêj li Swîsreyê destpê kir
Li Swîsreyê Kurdîstanî û dostê wan ji bo komploya di kesayeta Ocalan de li dijî gelê Kurd hatiye kirin, di salvegera 18’emîn de ji bo protesto bikin di saet 10.00’an de li Balefirgeha Arlandayê meş da destpê kirin. -
Ji Cemîl Bayîk banga hevpar a têkoşînê, li gelê Kurd jî lidarxistina Kongreya Netewî kir
Bayîk ê ku peyamek bi dîmen ji bo mîtînga Strasboûrgê şand wiah got: “Têkoşîna Tegera Kurd a li dijî Komploya Navneteweyî didome.” -
Li Strasboûrgê deh hezar kes li mîtînga 15’ê Sibatê ne
Ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, piştî meşa li navenda Ewropayê û şûnde, deh hezar kes li mîtînga li Strasboûrgê kom bûne.