Ji bo protestokirina komployê Meşa Dirêj li Swîsreyê destpê kir
Li Swîsreyê Kurdîstanî û dostê wan ji bo komploya di kesayeta Ocalan de li dijî gelê Kurd hatiye kirin, di salvegera 18’emîn de ji bo protesto bikin di saet 10.00’an de li Balefirgeha Arlandayê meş da destpê kirin.
ANF
STOCKHOLM
şemî, 11 reşemiyê 2017, 16:05
Girseyê pankarta 'Ji Ocalan re azadî, ji Kursîstanê re statû' vekirin, al û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin, bi marş û strannan ve meşa xwe dan destpê kirin.
Di meşê de dirûşmên wekî 'Bijî Serok APO', 'Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok, 'Kujer Erdogan', 'Ji Ocalan re azadî, Kurdîstanê re statû', 'Bê Serok jiyan nabe', 'Jin jiyan azadî' hatin qîrkirin.
Ciwanên Kurd ji bo teşhîrkirina komploya 15'ê Sibatê belavokên derbarê komployê de belav dikin. Di tevahiya meşê de dowîzên ku wêneyên Ocalan li serin hatin belavkirin.
Di meşê de ji bilî gelê Tirkiye û Kurdistaniyan, şoreşgerên Swîsreyê jî tevlî meşê bûne.
Çalakgerên ku di seatên êvarê de tê payîn ku xwe bi gihînin Solletûnayê û wê şevê li wir derbas bikin. Sibê saetên siharê de beşa 2. a meşê wê bidin destpêkirin û berbî Stockholm'ê ve bikevin meşê. Di seat 17:00 de ji bo ku komployê şermezar bikin wê li qada Sergel çalakiyekê lidar bixin û wê daxwaz berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin.
Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Swîsreyê Ayşe Goktepe jî tevlî meşa dirêj bûye û bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku dijî operasyonên qirkirinên siyasî yên dewleta Tirk tevlî çalakiyan bibin û xwedî li Rêbertiyê derbikevin.