Êrîşî Kurdistaniyên ku ji çalakiya Strasboûrgê vedigeriyan hate kirin

Komekî faşîst ên Tirk êrîşî otobusa Kurdistaniyên ku ji çalakiya protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrg a Fransayê hate lidarxistin vedigeriyan, kirin.

Faşîstên Tirk bi hesinên tûj û keviran êrîşî otobûsan Kurdistaniyên ku ji çalakiya li bajarê Strasboûrdê ku di saet 19:30’an de bi dawî bû, vegeriyan bajarê Hambûrg ê Elmanyayê kirin.

Di encama êrîşê de ku li nava bajarê hate lidarxistin, camên otobusê hatin şikandin, kesek bi sivik ji çavên xwe birîndar bû.

Dema ku Kurdistanî ji otobusê peya bûn û şunde êrîşkar reviyan.

Polîsên ku hatin cihê bûyerê dest bi kontrolkirina nasnameya kesên di otobusê de kirin.

Polîsan heta derketina bajêr li gel otobusê çû.