Ji bo 'mîlyonek dengê NA' ji Ewropayê derkeve, zend û bend hatin badan
Platforma 'NA' ya Ewropayê civîna xwe ya destpêkê pêk anî û hin biryar stand.
Platforma 'NA' ya Ewropayê civîna xwe ya destpêkê pêk anî û hin biryar stand.
Di civînê de hat ragihandin, ku divê li gorî tecrûbeyên hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê li Ewropayê xebatên referandûmê werin meşandin. Hat destnîşankirin, ku referandûm di nava mercên azad de nayê kirin û işaret bi Rewşa Awarte ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hat kirin.
Di civînê de hat gotin, ji bo rêveberiya yekperest a ku faşîzma AKP-Erdogan li ser gelan ferz dike nebe qanûn, pêwîste di referandûmê rêxistinbûneke berfireh were kirin.
BIRYAR
Di civînê de biryar hat dayîn, ku li hemû bajar û bajarokên pêkhateyên wan lê bi rêxistin in, xebatên ji bo referandûmê werin meşandin.
Li gorî biryarên hatine girtin; wê civînên gel bên lidarxistin, amadekariya afîş, stîker û belavokan bên kirin.
Bi zêdebûna tevlîbûnê re wê hejmara dengên NA jî zêde bibe û derbeke mezin li faşîzma AKP-Erdogan bê xistin. Lewma hejmara hilbijêrên tevlî hilbijartinên 1'ê Mijdarê bûn, pêwîste di referandûmê de bi du qatan were zêdekirin.
Ji bo şopandina referandûmê, parlamenter, rojnamevan û heyet ji welatên Ewropayê bên birêxistinkirin û ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re werin şandin.
Jin û ciwan komîsyonên xwe yên xweser ava bikin û bi rengekî çalak tevlî platforma 'NA' bibin.
Ji bo kampanyayê, di çalakiyên 8'ê Adarê û Newrozê de xebat bên meşandin, ji bo diyarkirina wezîfedarên li ser sindoqan li Belçîka, Hollanda, Kanada, Awûstarlya, Japonya, Îtalyayê civînên girseyî bên lidarxistin.
Li Swîsre, Îngilîstan, Awûstûrya, Bakurê Fransayê, bajarên Berlîn, Hambûrg, Hannover, Koln, Frankfûrt û Stûttgartê yên Elmanayyê meşên girseyî bên lidarxistin.
PÊKHATE
Platform ji van pêkhateyan pêk tê:
"Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewqropayê-KCDK-E, Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk-DÎDF, HDK-Ewropa, Konfederasyona Koçberan a Bindest li Ewropayê-AvEG-KON, Konfederasyona Mafên Demokratîk li Ewropayê-ADHK, Tevgera Jinên Demokratîkl i Ewropayê-ADKH, Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê-ESU, Partiya Komunîst a Kurdistanê-KKP, Cîhana lê bê jiyîn, Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê-TJKE, L dijî Şer û Dîktatoriyê Forma Ewropayê ji bo Aştiyê-BAF, Malên Gel li Ewropayê, Federasyona Komeleyên Karkeran li Elmanya Federal-FIDEF, Partiya Rizgariyê ya Jinûve Sosyalîst-SYKP-Ewropa, Partay Çep Kes-Ewropa, Însiyatîfa Mereşê ya Ewropayê û Kongreya Guherîna Demokratîk a Mezopotamyayê-MDDK, Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê-ATÎK, ATÎK-Komîteya Londonê, Kovara Partîzan, NOR-ZANTONK/Ewropa, Însiyatîfa Şêniyên Derya Reş li Ewropa, Însiyatîfa Çerkez a Ewropa, Însiyatîfa Kurecikiyên Ewropa, Yekîtiya Jinên Sosyalîst-SKB, Ciwanên Azad e.V., PKAN Platforma Kurdên Anatoliya Navîn, Meclîsa Sirguniyan li Ewropayê."