BI DÎMEN

Meşa li Başûrê Fransayê bi mîtîngekê qediya

Meşa Dirêj a li Başûrê Fransayê, ku bi dirûşma "Em zincîrên dîlgirtinê biqetînin, Serok Apo azad bikin" hat lidarxistin, bi mîtîngeke girseyî qediya.

Di roja dawî ya meşê de, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin, zêdeyî 500 Kurdistanî amade bûn. Bi hezaran kesên li meydana Canebîer a Marsîlyayê li hev civiyan, pêşwazî li meşvanan kirin.

Girseya gel piştre berê xwe da meydana Vîeûx-portê û bi qîrîna dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" meşiya. Kurdistaniyên gihîştin qadê, li vê derê mîtîngek lidar xistin. Qisekeran dan xuyakirin, ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, ew ê her roj çalakiya lidar bixin.

Di nava 3 rojên meşê de bi hezaran belavok hatin belavkirin û hevdîtin bi rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî re hatin kirin.