Komplo li Malmo hate şermezarkirin

Komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di salvegera 18. de li bajarê Malmo yê Swêdê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Stran û sirûdên bi Kurdî li navenda bajarê Malmo deng vedan. Nûnerên YNK û Tevgera Goran li çalakiyê axivîn û diyar kirin, welatên emperyalîst û mêtînger hevkarî kirin û di şexsê Ocalan de êrîşî gelê Kurd kirine.

Di çalakiyê de, ku zêdeyî sed kes lê amade bûn, daxuyaniya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Malmo hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Komploya emperyalîstan a li dijî Ocalan, di nava 18 salên bihurî de derket holê ku li dijî hemû gelên bindest, têkoşîna hêzên pêşverû û şoreşger e."

Di daxuyaniyê de, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê hat kirin, ku bikevin nava liv û tevgerê.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên ji bo azadiya Ocalan û şermezarkirina dewleta Tirk, qediya.