Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera 18. a komloya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
DI 15'Ê SIBATÊ DE BÊDADIYEKE MEZIN HAT KIRIN
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku roja 15'ê Sibata 1999'an bêdadiyeke mezin hatiye kirin û hat gotin, "Meziniya wê bêdadiyê di karaktera wê bûyer û kiryarê de tê dîtin. Li milekê mezinekî Xelkê Kurdistanê û serokê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan, li milê din dewleta dagirker Tirkiye û dewletên tifaqdar ên wê li dinyayê. Birêz Ocalan doza azadiya xelkê xwe dike, têkoşîna rizgariya welatê xwe dide. Dijmin û tifaqdarên wê yên dinyayê lê hatin xezebê û xwestin dinyayê lê teng bikin, bêhnê lê çik bikin. Ne wijdan, ne insaf, ne mafên mirovî, ne huqûq, ne dad û dadyarî û ne jî exlaq hate bîra wan û biryar dan ku mezinekî Kurd, ku ji bo wijdan, huqûq, dad û dadyariyê, ji bo aştî, wekhevî, azadî û hemû bihayên mirovî xebat û têkoşînê dide bêdeng bikin, jiyanê lê biherimînin."
Konseya Rêveber diyar kir, tifaqdarên dewleta Tirkiyeyê yên dinyayê, ji Amerîkayê bigirin heta gelek dewletên Yekîtiya Ewropayê, Yewnanistan û heta Rûsyayê û Îsraîl, Misir û Kenya jî pê re, di xeta neheqî û bêdadiyê de bûne rêz, ji bo berjewendiyên xwe, temamî normên mirovî û ehlaqî binpê kirin, bi entrîka û dek û dolabên neyarane Birêz Ocalan li Kenyayê, ku li ser bextê welatekî endamê Yekîtiya Ewropayê, Yewnanistanê bû, bi hîlebaziyeke nedîtî û gelek bêbextane teslîmî dewleta Tirkiyeyê hatiye kirin.
NAVENDÊN BÊDADIYÊ NEGIHIŞTIN MEXSEDA XWE
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Prosesa komployê bi zelalî nîşan da ku ev navendên bêdadiyê negihiştin mexseda xwe, xwezî û daxwazên ku hêvî dikirin bi dest ve neyînan. Li hêviyê bûn ku PKK ya ku pêşengiyeke radîkal ya bizava neteweyî ya Kurdistanê dike têk biçe, belav be, an jî qet nebe gelek lawaz be. Di midehê van 18 salan da çi hêvî dikirin tam bereks encam derkete meydanê. Ne Birêz Ocalan têkoşîna xwe hêla, ne jî xelkê Kurd û Kurdistaniyan dest ji doza xwe kirin. Bersiva xelkê Kurd her di wê sala komploya 15'ê Sibata 1999'ê de jî gelek xurt bû. Di hilbijartinên navçeyî yên Adara 1999'ê de li Kurdistanê hejmareke mezin ya şaredariyan qzenc kirin. Di serî de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê standin û her hingê komplo vala derêxistin.
DIJMIN Û HEVALBENDÊN WAN ŞIKESTIN, LÊ TÊKOŞÎNA OCALAN Û GELÊ KURD BI SER KETIN
Ew roj yek û îro du, dijmin û hevalbendên wan şkestin lê têkoşîna Ocalan û ya xelkê Kurd bi ser ket. Van 18 salan ew rûreş kirin, lê Ocalan û xelkê Kurd rûspî kirin. Di 18 salan da heqiyê, dad û dadyariyê zora neheqî û bêdadiyê bir û di encamê de Ocalan, PKK û xelkê Kurd têkoşîna xwe anî merheleyeke bilindtir ku îro ji hemî deman xurttire.
Niha jî dewleta dagirker a Tirk, ne tenê êrîşê hêzên çekdar dike, di heman demê de êrîşê hemî desketiyên gelê Kurdistanê dike. Dest datîne ser şaredariyan, parlamenter, şaredar û di hemî astan da siyasetmedaran digre. Bi vî rengî dixwaze gelê Kurdistanê bitirsîne, berxwedan û vîna gelê Kurdistanê bişkêne. Dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê her wiha li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî dijminatiya Kurdan dike. Di warê navneteweyî de hewl dide ku Kurd neyêne naskirin, li ser erdê jî dijminên Kurdan destek dike. Niha jî bi awayekî fîîlî Rojavayê Kurdistanê dagir dike. Bila dewleta Tirk bizane, Gelê Kurdistanê weke beriya 18 salan çawa li berxweda, çawa koploya navneneteweyî vala derxist, îro jî li ber xwe dide, wê heta dawiyê jî li ber xwe bide û van êrîşên hovane wê bişkêne û wê welatê xwe azad bike."
TÊKOŞÎNA GELÊ KURD WÊ HETA SERKETINA MEZIN DEWAM BIKE
Konseya Rêveber a KNK'ê destnîşan kir, ku di nava 18 salan de dijminan û hevalbendên wan nekarîn Ocalan û doza Kurdistanê tesfiye bikin û got, "Hewldanên wan yên bi vî rengî daîm bi têkoşîna yekgirtî ya xelkê Kurd belav bûn. Navendên fitne û fesadê berî 18 salan jî ev êrîşkariya xwe ya neyarane kirin û serê wan bi zinarên Kurdistanê ket û mejiyê wan belav bû. Vê carê jî wê wisa li wan bê. Kurd û Kurdistaniyan di midehê van 18 salan de têkoşîna xwe bilind kirine, yekîtiya xwe mezintir kirine, plan û projeyên têkbirina şoreşa Kurdistanê serûbin kirine, propagandayên kirêt û ne ehlaqî tarûmar kirine.
Gelê Kurdistanê, bi tecrubeya salan qîmetê pêşeng û mezinên xwe yên têkoşîn û bedelên giran dayî dizanin, rêz û hezkirina xwe ya digel rêber û rêvebirên xwe hardaîm nîşan didin, li dora partî û hemû organîzasyonên xwe yên ku doza Kurdistanê bi serbilindî didomînin kom dibin û di çarçoveya yekîtiya neteweyî û welatî da têkoşîna azadî û rizgariyê bilind dikin û ev pozisyona berxwedanê wê heta serketina mezin dewam bike."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "KNK di salvegera komploya 15'ê Sibatê de careke din ban gli hemû Kurdistaniyan dike ku li welat û li her cihên lê, hawar û gaziya xwe ya têkoşîna ji bo azadiya Birêz Ocalan û rizgariya Kurdistanê bilind bikin, yekîtiya xwe û tifaqa digel yar û hevalbendên Kurdan mezintir û saxlemtir bikin, neyaran û hevalbendên wan şermezar bikin.
KNK her wiha bangî hemû Kurdistaniyan jî dike ku beşdarî protestoyên komploya 15'ê Sibatê bibin û helwesta xwe ya têkoşeriya doza Kurd û Kurdistanê nîşanî yar û neyaran bidin."