ROJANE
Hemû Nûçe
-
Komkujiya Pirsûsê li pêş çavê polîsan hatiye kirin
Êrîşkarê komkujiya Pirsûsê Abdurrahman Alagoz, ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de bi êrîşa bombeyî 34 kes kuşt û zêdeyî 100 kes birîndar kir, derket holê, ku beriya teqînê di ber Emniyetê re derbas bûye. -
Gelek rêveberên HDP û DBP'ê hatin binçavkirin
Li navçeyên Stenbolê polîsan avêtin ser gelek malan û herî kêm 10 rêveberên HDP û DBP'ê binçav kirin. -
Artêşa Tirk li rê û rêbaza reva ji Babê digere
Di operasyona dagirkirina Babê de, leşkerekî din ê Tirk mir. Fermandarên hêza artêşa Tirk jî bi rengekî awarte li hev civiyan û ev rewşa xwe ya xitimandî ya li Babê nirxandin. -
Li Parîsê kampanya 'NA' dest pê kir
Gelek saziyên li paytexta Fransa Parîsê daxuyaniyek dan çapemeniyê û dest bi kampanya 'NA' kirin. -
Rûsya: Em PKK’ê û YPG’ê weke terorîst nabînin
Rayedarê Wezareta Karê Derve yê Rûsyayê Aleksandr Batsan-Harçenko, diyar kir ku ew PKK’êû YPG’ê weke terorîst nabînin. -
Çalakgerên Meşa Dirêj ên Luksemgûrg-Strasboûrg 8 roj li pey xwe hiştin
Çalakiya Meşa Dirêj a bi beşdariya nêzî 70 enternasyonalîstan ku bi şîara “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû” ji Luksembûrgê destpê kiribû, îro gihiştin bajarokê Phalsboûrgê. -
Ciwan gihiştin bajarê Rastatteyê
Çalalgerên Meşa Dirêj ên ku ji bajarê Mannheîm ê Elmanyayê heta bajarê Strasboûrg ê Fransayê li dar xistin, gihiştin Makrtplatz a bajarê Rastatteyê. -
Li Brûkselê 11 kesên bi gumana çetene hatin binçavkirin
Li paytexta Belçîka Brûkselê di encama operasyonekê de 11 kesên bi guman ku ji Sûriyeyê vedigeriyane hatin binçavkirin. -
Li Rastattê hewldanên provakasyonên faşîstan
Meşa Ciwanan a bi şîara 'Azad bike' gihişt bajarê Rastatt'ê. Komîteya amadekar diyar kir ku li Marktpltz a bajêr komekî faşîst hewldanên provakasyonê kirin. Komîteya amadekar bang li Kurdistanî û dostên wan kirin ku ciwanan pêşwazî bikin. -
Hêjmara leşkerên Tirk ên li Babê hatin kuştin zêde dibin
Hêjmara leşkerên Tirk ên di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Babê de bûn 4. -
Partiya Komunaran a Şoreşger: Li beramberî dijmin bihêztir em rawestin
Partiya Komunaran a Şoreşger, ji bo tekoşîna şoreşê banga xurtkirina eniyên mezin ên nû û piştgiriyê kir. -
Li Enqere,Colemêrg, ÎzmÎr û Wanê operasyonên qirkirina siyasî
Li Enqere,Colemêrg, Îzmîr û Wanê operasyonên qirkirina siyasî didomin. -
DEM-KURD'ê ji bo meşa Strasboûrgê banga tevlîbûnê kir
DEM-KURD’ê Komploya Navneteweyî şermezar kir û bang kir ku her kes xwe tevlî meşa li Strasboûrgê bike. -
Ji bo girtiyê nexweş Hasan Guzel çalakî hat lidarxistin
Meclîsa Teqawîtan, ji bo berdana Hasan Guzel ê ku nexweşê kanserê ye û ji sedî 80'ê yê bedna wî teviziye, li Qada Kartalê ya Beşîktaşê daxuyaniyek da. -
Li Moskowayê Konferanseke Kurd a berfireh tê lidarxistin
Li paytexta Rûsya Moskowayê Konferanseke Kurd a berfireh tê lidarxistin. -
Ciwanên Kurd ber bi Rastattê ve dimeşin
Meşa Dirêj a ji Mannheîmê dest pê kir, ber bi Rastattê ve dewam dike. -
FEDA: Em ê faşîzmê erê nekin; NA!
FEDA'yê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bang kir, ku di referandûmê de dengê 'NA' were dayîn. -
Li Babê 2 leşkerên din ên Tirk hatin kuştin
Li Babê, di encama êrîşa DAIŞ'ê de 2 leşkerên din ên Tirk hatin kuştin. -
'Êdî ne dema axaftinê, dema destekdayina Kurdan e'
Çalakgerên enternasyonalîst ên ku tevlî Meşa Dirêj a Luksembûrg –Strasboûrgê bûne gotin, "Êdî ji axaftinê bêhtir dema fêhmkirin û destekdayina Kurdan e. Ewropa têra xwe axivî. Êdî dema hevgirtina bi Kurdan re ye." -
Qeymeqam tax bi tax digere û xebata referandûmê dike!
Qeymeqamê Miskê Karabektaş û Serokê Navçeya Miksê ya AKP’ê Sabirlik bi hev re tax bi tax digerin û ji bo referandûmê dengê ‘erê’ dixwazin. -
Kesên ku têne binçavkirin di wesayitên zirxî de yan jî li qereqola têne miayenekirin
Li Wanê kesên ku têne binçavkirin ne li nexweşxaneyê lê di wesayitên zirxî yan jî li qereqolê têne mieyenekirin. Serokê Odeya Bijîşkan a Wan-Colmergê Deger got ev nêzîkatî li dijî peymanên navneteweyî û bijîşkiyê ye. -
Jean Batoû: Piştgiriya ji bo gelê Kurd wê pêşî li Erdogan bigire
Batoû got, "Eger piştgirî ji têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd re bê dayîn, wê rejîma Erdogan a li ber şikestinê ye, têk biçe." -
Devrîmcî Karargah tevlî nava DKP/BOG bû
Devrîmcî Karargah (Biryargeha Şoreşger) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku ew tevlî nava DKP/BOG bûye. -
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ji aliyê koma ji Ûlmê ve tê girtin
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, di hefteya 241. de ye. -
Sîstem veguherî rejîma kuştina li ser kar
ÎSÎG amadekariyan dike, ku di dawiya meha Sibatê de raporeke berfireh a li ser pêvajoya Rewşa Awarte eşkere bike. Li gorî ÎSÎG'ê, sîstem veguheriye rejîma kuştina li ser kar.