Ji bo Mele Abdulvahap Bariş merasîma cenaze

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê ji bo yek ji damezrînerên Civaka Îslamiya Kurdistan (CİK) Mele Abdulvahap Bariş ê ku jiyana xwe ji dest dabû, merasîma cenaze hat lidarxistin. Ji 200 kes zêdetir tevlî merasimê bibûn.

Duh yek ji damezrînerên Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Mele Abdulvahep Bariş (75) ê ku di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû. Ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frankfûrtê ve di seat 12:00'an de merasîmek a cenaze hat lidarxistin û Ji 200 kes zêdetir tevlî merasimê bibûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir. Piştî nimêja cenaze li ser navê malbatê Kûrê Abdulvehap, Abdulhalik Bariş axivî û got; "Em pir xemgîn in. Bavê min ji bo me mîrasek mezin hêla. Heta nefesa xwe ya dawî Kurdistanê dihizirî û îro em berbi Kurdistanê ve oxir dikin. Mîrasa berxwedanê ya birûmet ku ji me re hêlayî em ê xwedî lê derkevin."

Kara Omer di merasîmê de axivî û wiha got: “Melayekî ku 50 sale melatiyê dike. Ti demê hêviya xwe ya ji bo welat û xaka xwe winda nekir, tim bi xiyala Kurdistanê jiyan kir îro xiyala wî bû rastî. Endamek, kedkarekî yê têkoşîna azadiya Kurd bû. Em ê ji niha û şûn ve mîrateya wî ya têkoşînê dewir bigirin.”

Rojnamevan Azîz Ogûr jî got: “Min mele li Nisêbînê nas kir. Wê demê li mizgeftê melatî dikir. Sala 1190’an salên kuştinên kiryarên wan nediyar û kontragerîlayan bû, wê demê mela got: ‘Ne dewlet û ne jî kontra nikarin bikevin mizgefta min.’ Piştre wê neçar ma ku koçî Ewropa bike. Biryardariya xwe ya têkoşînê ku ji Nisêbînê destpê kir, li welatê Ewropa yê koçkirî domand.”

Merasîma cenaze bi dirûşmên “Şehîd Namirin” ve bi dawî bû.

Cenazeyê Abdulvahap Bariş roja Sêşemê wê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bê veşartin.