Li gorî nûçeya Rojnameya Welt am Sonntage ku agahiyan dispêre rêveberê Dozgeriya Federal a li Karlsrûheyê, navê çeteykî DAIŞ’ê yê ku ji qetilkirina Kurdên Êzidî û revandina jin û keçan ên li Şengal û derdorî wê kirine berpirsyar, hatiye eşkerekirin.
Di nûçeyê de, hat diyarkirin ku li ser îfadeyên jinên Êzidî yên ku ji ber zilma çeteyên DAIŞ’ê reviyayî û çûne Elmanyayê, ji aliyê Odeya Krîmînal a Federal (BKA) ve navê serçeteyê DAIŞ’ê hatiye diyarkirin.
Hat destnîşankirin ku ev kes ji ber ‘Sûcê şer’ û ‘Qirkirinê’ dihat lêgerîn, biryara di derbarê wî de di sala 2016’an de hatiye girtin.
Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirbûn, di encama van êrîşên qirkirinê de bi deh hezaran kes hatibûn qirkirin, bi hezaran jin û zarokên keç ên Êzidiyan hatibûn revandin û kolekirin.
Hat diyarkirin ku ji bo dîtina serçeteyê DAIŞ’ê yê ku navê wî nehate eşkerekirin xebat hatine destpêkirin.
Ji sala 2014’an û vir ve hêjmara Kurdên Êzidî yên kul i Başûrê Kurdistan, Iraq, Sûriye û Elmanyayê nêzî 50 hezar e.