Polîsan çalakiya protestoyî ya li Stenbolê asteng kirin

HDK û HDP'ê xwestin, bi dirûşma 'Ji 15'ê Sibatê heta Rewşa Awarte; NA ji hemû komployan re' li navçeya Şîşlî ya Stenbolê xwepêşandaneke protestoyî lidar bixin. Lê belê polîsên Tirk destûra vê yekê nedan.

Rêxistinên HDP û HDK ên Stenbolê, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê xwestin, li ber Mizgefta Şîşlî daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Beriya dayîna daxuyaniyê polîsan dor li mizgeftê girtin û nehiştin kesek bên vê meydanê.

Kom li ber vê dorpêçiya polîsan rabû û bi gotina "We welat kirine girtîgeh. Sekna li qiraxa rê jî qedexe ye?" nerazîbûn nîşan da. Lê polîsan dest li komê werdan û 3 kes binçav kirin.

Li ser navê koma ku polîsan nehiştin xwe nezî mizgeftê bike, Hevberdevkê HDK'ê yê Stenbolê Şamîl Altan daxuyanî da û got, "Em di nava pêvajoyeke darbeyê ne. Em ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê li hev civiyan, lê pêşî li me hat girtin. Em hemû komployan şermezar dikin."