Bi hezaran Kurdistanî û dostên Îtalyayî komplo şermezar kirin
Komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Îtalyayê bi çalakiyekê hat şermerzarkirin. Zêdeyî 150 sazî tevlî çalakiyê bûn.
Komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Îtalyayê bi çalakiyekê hat şermerzarkirin. Zêdeyî 150 sazî tevlî çalakiyê bûn.
Kurdistanî û dostên Îtalyayî, li meydana Porta Venezîa ya li bajarê Mîlano yê Îtalyayê li hev civiyan û heta meydana Caîrolî meşiyan. Di dema meşê de axaftin hatin kirin û komploya navneteweyî hat şermezarkirin.
Zêdeyî 150 sazî tevlî çalakiyê bûn. Meş bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re" hat lidarxistin û çalakgeran posterên Ocalan û pankart hildan.
Piştî meşê li meydana Caîrolî mîtîngek hate lidarxistin. Parlamenterên HDP'ê Dîlek Ocalan û Faysal Sariyildiz û parêzer Mahmût Şakar li mîtîngê axivîn.
Qisekeran dan xuyakirin, ku tecrîda giran û bêhiqûqiya li Îmraliyê dewam dike û bang li hemû şoreşger û saziyên demokratîk kirin, ku ji bo azadiya Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû jî bi rêya dîmen peyamek ji çalakiyê re şand.
Di çalakiyê de ku bi hezaran kes amade bûn, tim û tim dirûşmên "Vîva Ocalan" û "Vîva Kurdistan" hatin qîrîn.
Çalakî piştî 5 saetan qediya.