Peyama Kongreya Gel a Mezopotamyayê ya li ser 15'ê Sibatê

Konseya Rêveber a Kongreya Gel a Mezopotamyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û komloya 15'ê Sibatê di salvegera 18. de şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, hêzên navneteweyî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de weke astengiyekê didîtin û bal kişand ser nêrînên Ocalan ên ku li berjewendiyên hêzên komploker nayên: "Hêzên komploker, di şexsê Rêber Apo de li ser tesfiyekirina Tevger Azadiyê ya Kurd li hev kirine. Li aliyê din, Birêz Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn biratiya gelan derdixist pêş. Ev yek li berjewendiyên hêzên komploker nedihat."

Konseya Rêveber diyar kir, yek ji gelên bindest ên Rojhilata Navîn gelê Asûrî-Suryanî ye û Ocalan ji nêz ve bi vî gelî re eleqedar dibû û got, "Di birêxistinkirina vî gelî de, ku nedihat bîra kesî û kes pê re eleqedar nedibû, Birêz Abdullah Ocalan xwedî kedeke mezin e. Me ji çapemeniya nivîskî û dîtbarî û hemû derfetên Tevgera Azadiyê sûd wergirt. Gelê me jî bi vî awayî xwe nêzî Birêz Ocalan û Tevgera Azadiyê kir."

Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin, hêzên komploker bi ser neketine, helwesta gelê Kurd, PKK û Ocalan a di têkoşînê de derketiye pêş û hat gotin, "Komplo çiqasî kûr û bêrehm hatibe kirin jî, tevgera PKK'ê û gelê Kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe ya li dijî komployê re ruhekî fedayî û biryardar derxistine holê. Sekna Birêz Ocalan a di vir de, felsefeya jiyanê û paradîgmaay wî ya nû ku xwe dispêre perspektîfa wî ya neteweya demokratîk, kir ku gelê Kurd û PKK li dora Rêber Apo xurtir bicivin. Vê yekê rêveçûna berxwedan û têkoşînê diyar kiriye."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Di salvegera 18. de em hemû hêzên navneteweyî û nokerên wan ên di nava komployê de cih girtin û destek dane komployê bi tundî şermezar dikin. Bijî biratiya gelan."