ROJANE
Hemû Nûçe
-
HDP'ê ji bo Yuksekdag û Demîrtaş serî li DMME da
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Hevserokên xwe yên girtî Selahattî Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenter Îdrîs Balûken serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. -
Dîmenên referandûmê
Li dijî sextekarên ku li Kurdistanê dibêjin boykot, bi hişyarî bê tevgerîn û divê baş were dîtin ku ew hewl didin li Kurdistanê eniya Na’yê lawaz bikin û Erê’yên AKP û MHP’ê zêdetir bikin. -
HDP'ê ji bo Xerabê Bava bang li saziyên navneteweyî kir
HDP'ê ji bo gundê Xerabê Bava, ku 10 roj in agahî jê nayê girtin û di asteke xeternake de mafên mirovan lê tên binpêkirin, banga lezgîn li saziyên navneteweyî kir. -
NAV-DEM: Ji bo Xerabê Bava em derkevin qadan!
NAV-DEM têkildarî komkujiya dewleta Tirk a li Xerabê Bava got, "Em bang li hemû gelê xwe, şoreşger, demokrat, sosyalîst, hêzên pêşverû, hemû beşên civakî yên xwedî nasname û baweriyên cuda dikin ku li dijî faşîzma AKP'ê derkevin qadan." -
Li Bern û Hambûrgê merasîmên bîranînê
Yek ji damezrînerên PYD'ê Osman Silêman li Bernê û gerîla Osman Derdelî, Suleyman Demîr û Viyan Soran jî li Hambûrgê hatin bîranîn. -
Li Rojhilatê Kurdistanê gulaşa Îran û DYA
Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ku li qada dîplomatîk hevrik in, di sporê de jî hatin hemberî hev. -
Meclîsa HDK-Elmanya: Em ê bibin hêza bingehîn a kampanya NA
HDK-Elmanya civîna xwe ya yekemîn a meclîsê li bajarê Kolnê pêk anî. Civîn il DGB Haûsê hat lidarxistin û bi qasî 50 endamên meclîsê tevlî bûn. Rojeva herî girîng a civînê jî kampanya 'NA' bû. -
Kampanya 'NA' ya li Ewropayê bi panelan dest pê kir
Li bajarê Lyon ê Fransayê, li bajarên Mannheîm, Aachen û Bonn ên Elmanyayê û li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê di dawiya hefteyê de civînên gel hatin lidarxistin. -
Li Baselê 4. Kongreya NCKD hate lidarxistin
Li bajarê Basel ê Swîsreyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk 4. Kongreya xwe li dar xist. -
Li Cinêvê jî starta kampanya 'NA' hate destpê kirin
Li bajarê Siwîsre Lozanê kongreya HDK'ê hat lidarxistin. Li bajarên Bern û Cinêvê jî starta kampanya 'NA' ya referandûmê hate despêkirin. -
Ryan Lock ê YPG’yî li Londonê bi dirûşma ‘’şehîd namirin’ hate pêşwazîkirin
Welatiyê Îngilîz Ryan Lock (Berxwedan Gîvara)ê ku di nav refê YPG’ê de di şerê dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dayî, li Londonê bi dirûşma ‘’şehîd namirin’’ hate pêşwazîkirin. -
Li Rojavayê Fransayê Kurd dibêjin ‘NA’
Kurdistaniyên li Fransayê dijîn, diyar kirin ku wê di referandûma 16’ê Nîsanê de bêjin ‘NA’ û Platforma Na rêxistin dike. -
Li Stenbolê belavokên 'NA' hatin belavkirin
Meclîsa Beyoglûyê ya 'NA', bi dirûşma "Ji bo zêdekirina dengê NA em li hev dicivin' li taxa Cîhangîrê dest bi belavkirina belavokan kir. -
HDP: Li Xerabê Bava çi diqewime?
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û pirsa 'Li Xerabê Bava çi diqewime?' kir. HDP'ê tirs û fikarên xwe anî ziman. -
Ferhat Encu: Wê nikaribin îradeya me dîl bigirin
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, ku ji aliyê dewleta Tirk ve dîl hatiye girtin, ji Girtîgeha Kandirayê peyamek şand. Encu got, "Van biryarên siyasî heta niha nikarîbûn bi me û wê ji niha û pê ve jî nikaribin îradeya me dîl bigirin." -
ÎHD: Serdema heyî ji aliyê mafên mirovan ve ya herî nebaş e
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan: Em di serdemeke welê de ne, ku ji aliyê mafên mirovan ve ya herî xerab e. Bûyerên ku divê li welatekî demokratîk ti carî neqewime, di rewşa heyî de rû didin. -
3 gundên Mûsilê ji destê DAIŞ'ê hatin derxistin
Li başûrê Mûsilê di operasyona hêzên Iraqê de 3 gund ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin û ketin kontrola Hêzên Navendî yên Iraqê. -
Kurd li Goteborgê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Kurdistaniyên li bajarê Goteborg ê Swêdê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh li navenda bajêr meşiyan. -
Operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê dest pê kir
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî da xuyakirin, ku operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê dest pê kiriye. -
Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan hate binçavkirin
Hat diyarkirin ku Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan li navçeya Midyad a Mêrdînê hatiye binçavkirin. -
Li Kolnê platforma ‘NA’ hate avakirin
Şoreşger, rewşenbîr, saziyên ciwanan û jinên welatparêz ên ku li bajarê Koln ê Elmanyayê ji referandûmê re dibêjin Na, Platfroma Na ya Kolnê ava kirin. -
Li Fransayê xwepêşandanên li dijî nîjatperestiyê belav dibe
Li Paytexta Fransa Parîsê 2’ê Sibatê piştî ku 4 polîsên Fransî li Aûlnay-Soûs-Boîsê ciwanê 22 salî yê bi navê Teo şidet û bi jop destdirêjî li ser kirin û şûnde xwepêşandanên ku derketîn li tevahiya welat belav bû. -
Li Edeneyê 3 zarok hatin binçavkirin
Li navçeya Seyhan a Edeneyê 3 zarok hatin binçavkirin. -
Li Oberhaûsenê hezaran kesî Serokwezîrê Tirk protesto kir
Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim, li Oberhaûsenê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate protestokirin. -
Li Elmanyayê giliyê Serokwezîrê Tirk hate kirin
Li Elmanyayê di çarçoveya doza lêpirsîna sîxuriyê ya di têkildarî meleyên girêdayî DÎTÎB de hatibû vekirin, di derbarê Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim de gilî hate kirin.