Li Mersîn, Stenbol, Tekîrdag û Enqereyê operasyonên qirkirina siyasî

Li Mersînê, belavkarê rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya Aydin Aşir hat binçavkirin. Li Enqere, Stenbol û Tekîrdagê jî polîsan avêtin ser malên endamên SGDF.

Belavkarê rojnameyên Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasiyê Aydin Aşir ê li taxa Şevket Suner a navçeya Akdenîzê ya Mersînê rojnameyan belav dike hate binçavkirin. Aşir, ku di dema belavkirina rojnameyan de hat binçavkirin, birin Qereqola Sîtelerê. Sedema binçavkirina Aşir nehat hînbûn. 

POLÎSAN AVÊTIN SER MALÊN ENDAMÊN SGDF

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daye destpêkirin de serê sibehê li Enqere, Stenbol û Tekîrdagê bi awayekî hemwext polîsan bi ser malên endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) de girtin. 

Li Tekîrdagê polîsan bi ser mala malbata endama SGDF'ê Melîs Çevîk de girtin, li Stenbolê polîsan bi ser malên Hevserokê SGDF'ê Okan Danaci ya li Guzeltepeyê û gaziyên Pirsûsê de girtin û kontrola GBT'ê pêk anîn û li malê lêgerîn kirin. Polîsan pirsa endamê SGDF'ê Hunkar Genç kirin û ji ber ku ne li malê bû nehat binçavkirin. 

Li Enqereyê jî polîsan bi ser mala endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Berfum Çolak de girtin û ji ber ku Çolak ne li malê bû nehat binçavkirin.