Dadgeriya Tirk pêwîstî bi lêpirsîna Arslan ê gumanbar nedît

Abdullah Omer Arslan, ku piştî komkujiya li Pirsûsê ji ber liv û tevgera xwe ya bi guman ji aliyê gel ve hat girtin û radestî polîsan hat kirin, lêpirsîna der heqê wî de bê encam hat hiştin.

Piştî komkujiya li Pirsûsê ya 20'ê Tîrmeha 2015'an, ku 33 şoreşger lê hatin kuştin, kesekî bi motorsîkletê hat ber Navenda Çandê ya Amara, ji ber liv û tevgera xwe ya bi guman ji aliyê gel ve hat girtin. Hemû eşyayên li ser vî kesî hatin qeydkirin û piştre radestî polîsan hat kirin. Polîs ev kes xist hundirê Navenda Çandê ya Amara. Li gorî şahidên bûyerê, riya vî kesî hat qusandin û bi vî rengî tîpê wî hat guhertin. Polîsan bi lez û bez ew ji herêmê derxistin.

Li ser vî kesî, nasnameyek bi navê "Abdullah Omer Arslan" û belgeyeke ajokariyê hat dîtin. Arslan ê nûmaraya nasnameya wî ya TC "12563669198" ye, di 19'ê Hezîrana 1994'an de li Meram a Konyayê ji dayik bûye. Li gorî qeydên Midûriyeta Nifûsê, navnîşana wî û ya malbata wî li Golbaşi ya Enqereyê ye.

Di nava belgeyên ji çenteyê Arslan derketin de; zerfek ji logoya 'Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê' û cuzdanekî hesabê bankayê, ku di 16'ê Hezîrana 2015'an de li Banka Zîraatê ya li navçeya Xelfetî ya Rihayê hatiye vekirin e. Her wiha li gorî nasnameyeke ku ji çentê wî derket, Arslan li gundê Gurkûyû yê Xelfetiyê weke 'mele' wezîfe dikir.

Kovara bi navê 'Fûrkan Genç' jî yek ji belgeyên ji çente derketiye. Di wêneyê bergê vê kovarê de, ku hejmara 'Kanûna 2014'an de balkêş e manşeta bi nivîsa 'Astengî nikare pêşî li mirovan bigire' hatibû weşandin.

Her wiha ala reş ku weke 'Ala El Nûsra' tê naskirin, li ser Arslan hat dîtin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, Abdullah Omer Arslan careke din li gundê 'meletî' lê dikir, venegeriya ye.

Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin, ku piştî bûyerê Abdullah Omer Arslan li gundê 'meletî' lê dikir, venegeriya ye û nayê zanîn bê li ku ye. Tevî ku navê wî di çapemeniyê de hat weşandin, ne wî bi xwe, ne jî malbata wî li ser mijarê ti daxuyanî dane.

KES AN JÎ KESÊN BI MOTORSÎKLET, ÊRÎŞKARÊ BOMBEYÎ ALAGOZ ANÎN PIRSÛSÊ

Yek ji gumanbarên gilînameyê Yakûp Şahîn, di îfadeya xwe ya li ser komkujiya Enqereyê û li ser lêpirsîna Pirsûsê de gotibû, êrîşkarê bombeyî Şeyh Abdurrahman Alagoz bi motorsîkletê ji Dîlokê şandine Pirsûsê. Şahîn anîbu ziman, ku ew bi endamê DAIŞ'ê Halîl Îbrahîm Dûrgûn ê li Dîlokê di operasyona polîsan de hat kuştin, li ser komkujiya Pirsûsê axiviye û got, "Wî jî ji min re got, kesê bi navê Denîz Buyukçelebî yê li ser navê rêxistina terorê DAIŞ'ê li ser sînor dixebite, ji bo çalakî li Tirkiyeyê werin lidarxistin, şexs û malzeme şandiye. Denîz Buyukçelebî, kesê ku li Pirsûsê çalakiya bombeyî ya zindî kir, tevî êlekê bombeyî ji min re şand. Min jî rojekê ew li mala xwe hewand û piştî rojekê êlekê bombeyî bi madeyên teqemeniyê dagirt û bi kesekî bi motorsîklet danê êvarê şand Pirsûsê. Teqîn bi vî rengî pêk hat. Lê belê li ser motorsîkletê û kesê ajotiye, tiştek negot. Min jî jê nepirsî."