ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji Xizmên Windayan li Amed û Îzmîrê çalakî
Xizmên Windayan û parêzvanên mafê mirovan ên li Amed û Îzmîrê çalakiyên xwe yên lêgerîna edaletê didomînin. -
Elmanyayê welatparêzê Kurd Hidir Yîldirim girt
Li Elmanayayê girtinên dijî Kurdan didome. Li bajarê Frankfûrt yê Elmanyayê şevê din polîsan bi ser mala Hidir Yîldirim de girt û ew binçav kirin. -
DBP: Bi berxwedanê wê êrîş werin şikandin
DBP’ê ji ber ku wekîl dîsa hatin girtin helwest nîşan da û got hêzên demokrasiyê ku li ber xwe bidin ev êrîş wê werin şikandin. -
Li ser HDP’yî û DBP’yiyên di bin çav de miemeleya dijmirovî
Li Stenbolê dest bi standina îfadeyên HDP’yî û DBP’yî hate kirin. Parêzer Nagehan Avçîl têkildarî hevserok, rêveber û endamên HDP’ê, DBP’ê ku di bin çav de ne agahî da ANF’ê. -
HDP, DBP, KCD diçine Gundê Xirabê Baba
Şandeyeke ku ji HDP, DBP, KCD’ê pêk tê wê biçine gundê Xirabê Bab ê Nisêbînê ku dewleta Tirk êrîş aniye ser û lêkolînan bikin. -
AKP li Avûstûryayê gef xwar: Şerê navxweyî wê derbikeve!
Berpirsê Rêxistina AKP’ê yê Avûstûryayê Koç diyar kir ku di referandûmê de ‘’erê’’ dernekeve wê şerê navxweyî derbikeve. -
Serokê AKP’yî ji ber îstîsmara zayendî hate binçavkirin
Serokê Baskê Ciwanan a Navçeya Qulpê yê AKP’’ê bi sûcdarkirina ku zarokeke biçûk ji hêla zayendî ve istîsmar kiriye kirin bin çavan. -
Têkiliyên şandeya Rojava yên li Moskowayê didome
Şandeya Rojava a li Moskowayê bi Serokê Partiya Rûsyaya Dadmend re rûnişt. -
Xebatkarê Azadiya Welat Hayatî Yildiz hat binçavkirin
Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Hayatî Yildiz hat binçavkirin -
Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê li DYE’yê bi hişyariyan dest pê kir
Li Munîhê Konferansa Ewlekariyê ya Navnetewî dom dike, Wezîrê Parastinê yê Elmanya Ursula von der Leyan hişyarî da DYE’yê. -
Saziyên alîkariyê yên Swîsreyê wê 3 malan ji bo 3 malbatên Şirnexî çêbikin
Saziya alîkariya mirovî ya Swîsre a bi navê Konsept of Charîty (kofC), wê 3 malan ji bo sê malbatên Şirnexî çêbike ku malên wan di encama êrîşên dewleta Tirk de hatine hilweşandin. -
Ji siyasetmedarên Kurd ên girtî banga seferberiya ‘na’
Siyasetmedarên Kurd ên ku li Girtîgeha Silîvrî ne ji bo ‘na’ banga seferberiyê kirin. -
Li Edeneyê bombeyên deng avêtin qereqolê
Bombeyên deng avêtin qereqola polîsan a taxa Daglioglu ya navçeya Seyhanê. -
Li Hambûrgê doza Zekî Eroglu dest pê kir
Doza siyasetmedarê Kurd Zekî Eroglu ku li Elmanya dihate darizandin îro li Hambûrg, Dadgeha Eyaleta Bilind dest pê kir. -
Nûnerên Rojava û Başûr civîna hevpar a çapemeniyê li dar xistin
Delegasyona Rojava û Başûrê Kurdistanê ya ku bi mebesta tevlêbûna Konferansa Kurd a 6. li Moskowayê ne, bi hev re daxuyaniyeke çapemeniyê dan. -
Di derbarê Wekîlê HDP'ê Yîldirim de biryara girtinê
Di derbarê Parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim de biryara girtinê hat dayîn. -
Li 4 bajaran binçavkirin û girtin dewam dike
Operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma Qesrê û AKP'ê didomin. Îro li Xarpêt, Colemerg û Dîlokê gelek kes hatin binçavkirin. -
Wekîlê HDP’ê Ferhat Encu hate binçavkirin
Ferhat Encû, 4’ê Mijdarê hatibû girtin û Çarşema bihurî serbest hate berdan. Encu li Balefirgeha Şirnexê hate binçavkirin. -
Li ber sefaretxaneya Israîlê Kurdên ku hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
Li ber avahiya sefaretxaneya Îsraîlê a Berlînê, Kurdên ku di qetîlama sala 1999'an de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn. -
Doza Sereke ya KCK’ê hate taloqkirin
Di rûniştina ‘Doza Sereke ya KCK’ê’’ de parastin hatin kirin. Rûniştin taloqî roja Duşemê hate kirin. -
Dewleta Tirk nehişt heyeta Ewropî Demîrtaş bibîne
Destûr nehat dayîn ku parlamenterên Ewropî û HDP'yî Demîrtaş bibînin. Parlamenteran li ber girtîgehê daxuyaniyek dan çapemeniyê û gotin, ew ê ji hewldanên xwe neqerin. -
Kovara Girgir hat girtin
Kovara Girgir, ji ber karîkaturekî hat girtin. -
Şervanên Odeya Çalakiyê bi 8 kîlometreyan bi pêş ve çûn
Li eniya sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê, şervanên Odeya Çalakiyê bi 8 kîlometreyan bi pêş ve çûn. -
Delegasyona Konferansa Moskowayê civîna gel lidar xist
Heyetek ji kesayet û parlamenterên Bakur û Başûrê Kurdistanê, ku di Konferansa Kurd a li Moskowayê amade bû, tevlî civîneke gel bûn. -
Li Elmanya û Kanadayê kampanya dengê 'NA' dest pê kir
Li bajarê Toronto yê Kanadayê û li bajarên Hannover û Frankfûrt ên Elmanyayê, di çarçoveya kampanya dengê 'NA' de zend û bend hatin badan.