Li Strasboûrgê deh hezar kes li mîtînga 15’ê Sibatê ne
Ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, piştî meşa li navenda Ewropayê û şûnde, deh hezar kes li mîtînga li Strasboûrgê kom bûne.
Ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, piştî meşa li navenda Ewropayê û şûnde, deh hezar kes li mîtînga li Strasboûrgê kom bûne.
Di destpêka mîtîngê de çalakgerên enternasyonalîst derketin ser dikê, komploya li dijî Ocalan şermezar kirin, li ser navê gelên cîhanê Şoreşa Rojava silav kirin.
Bi deh hezara kesên ku ji bo Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin li mîtînga li qada Rûe des Vanneaûx a Gara Navenda Strasboûrgê meşiyan, li vir beşdarî mîtîngê dibin. Bi beşdariya Kurdistaniyên ji Elmanya, Swîsre, Fransa, Awûstûralya, Holanda û Belçîkayê hatin mîtîngek hate lidarxistin.
Piştî meşa ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Fransa ve hate organîzekirin û şûnde, mîtîng hate lidarxistin. Di mîtîngê de ji bo giyanê şehîdên şoreş û Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.
Di destpêka mîtînê de nêzî 70 enternasyonalîstên ku ji 17 welatan ku 1’ê Sibatê ji Luksemboûrgê bi şîara “ Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kuristanê Re Statû” dest bi meşê kiribûn derketin ser dikê. Çalakger dema derketin ser dikê ji aliyê Kurdistaniyan ve bi dirûşman ve hatin pêşwazîkirin, li vir li ser navê entenasyonalîstan daxuyaniyek hate xwendin.
EM DÎLGIRTINA OCALAN QEBÛL NAKIN
Li ser navê komê çalakvanê Fransî Sarah March daxuyaniyê xwend û ragihand ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 270 km rê meşiyane. Di daxuyaniyê de hat gotin ku gelek nûnerê ji Ewrupa, Rojhilata Navîn û welatên Latînî azadiya Ocalan dixwazin. Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku li dijî hevpariya nirx û gelan netew dewletî, zayendperestî, faşîzm û netewperestî tê pêşxistin.
Di daxuyaniyê de qala girîngiya Ocalan a ji bo gelan hate bîrxistin û şert û mercên dîlgirtina Ocalan qebûl nakin.
TEVGERA KURDÎ JI LÎSTEYA RÊXISTINÊN TERORÎSTÎ WERE DERXISTIN
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku demokrasiya li Tirkiyê 'hatiye têkbirin'. Bang hat kirin ku Tevgera Kurdan ji lîsteya rêxistinên terorîstî were derxistin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku kirîmîanlîzekirina Tevgera Azadiya Kurdan, çareserkirina pirsgirêka Kurd bi xwere naîne.
ŞOREŞA ROJAVA XEWNA CÎHANEKI AŞTIYANE PÊK TÎNE
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser Rojavayê Kurdistanê û wiha hat gotin; "Li Sûriyeyê dagirkeriya dewleta Tirk tê ditîn. Dewleta Tirk di heman demê de piştgiriyê dide DAIŞ'ê. Berxwedana Rojava ji bo mirovahiyê û ji bo cîhanekî aştiyane û wekhev pêktîne."
Piştî daxuyaniya hevpar ji her welatî endamê koman yek bi yek welatî silav kirin. Bi zimanê Elmanî, Baskli, Îspanyolî, Îngilîz, Swîsreyî, Portekîzî, Katalan, Andalûz û çalakgerên ku ji welatên din derketin ser dîkê û bi zimanê xwe axaftin kirin.