BI DÎMEN

Dirûşma 'Azadî ji Ocalan re' li kolanên Stockholmê deng vedide

Meşa Dirêj a ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li Swêdê dest pê kir, di roja 2. de ye. Dirûşmên ji bo azadiya Ocalan û şermezarkirina dewleta Tirk tên qîrîn, li nava kolanên paytext Stockholmê deng vedidin.

Bi sedan çalakger duh saet di 10:00 de, ji Balafirgeha Arlandayê bi rê ketin û berê xwe dan paytext Stockholmê. Çalakger bi şev li Sollantûnayê man û danê sibehê dest bi qonaxa duyemîn a meşa xwe kirin.

Çalakgeran êlekê bi rengê zer ê bi nivîsa "Free Ocalan" ê ji wêneyê Ocalan li xwe kirin û bi qîrîna dirûşmên "Ocalan gel e, gel em in", "Kurdistan welatê me ye, PKK partiya me ye, Ocalan Rêberê me ye", "Bijî Serok Apo", "Bi can bi xwîn em bi te re ne Ocalan", "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin jiyan azadî", "Destên xwe yên bi xwîn ji Ocalan vekişînin" û "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime" dimeşin. Di heman demê de li refên pêş ên meşê, bi rêya hoparlorê bi stran û sirûdên bi Kurdî tên gotin.

Çav li rê ye çalakger danê nîvro bigihêjin navenda Stockholmê. Meşa Dirêj wê saet di 16:00 de li meydana Sergelê bi mîtîngekê biqede.