TŞYG: Bi komployan pêşî li gelan nayê girtin
Komîteya Rêveber a TŞYG'ê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin, şermezar kir.
Komîteya Rêveber a TŞYG'ê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin, şermezar kir.
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG), ji ber salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de lenet li komployê hat anîn û çalakiyên li dijî komployê yên li Kurdistan, Tirkiye, Ewropa û herêmê tên lidarxistin, hatin silavkirin.
Komîteyê da xuyakirin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera rêxistinbûyî PKK, ji ber ku bi mîlyonan mirovên ji gelê Kurd ala demokrasî û sosyalîzmê li Rojhilata Navîn bilindkirin, bûn hedef û hewl hat dayîn bên tesfiyekirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Lê belê encam ne ya ku dihat hêvîkirin bû. Gelê Kurd, hêzên wê yên rêxistinbûyî û hêzên şoreşger-demokratîk-enternayonalîst ên li Tirkiye û Rojhilata Navîn zû bi komployê hesiyan û hem pêşî li komployê girtin, hem jî sekna xwe ya şoreşgerî, demokratîk û sosyalîst mezin kirin û bersiv dan. Encam jî Rojava ye. Encam TŞYG ye. Têkoşîna ku li bendê bûn tine bibe, ji sînorên Tirkiye û Kurdistanê jî derbas kir, veguherî tevgereke Rojhilata Navîn û têkoşîna şoreşgerî ya yekbûyî ya gelan."
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, di vê serdema nû de ku komplo li ser kar e, girîng e gel yekîtî û têkoşîna xwe ya hevpar xurtir bikin.
TŞYG'ê got, "Em li dijî komployê dibêjin, şoreş. Em bang li gelên xwe, hemû bindestan, jin, ciwan, Elewî, hêzên demokratîk û yên ji xwe re dibêjin 'ez mirov im' dikin, ku vê tarîtî û xumamiya li ser siberojê ji holê rakin. Di çalakiyên li dijî 15'ê Sibatê de divê em li refên herî pêş bin. Divê ev çalakî ne tenê rojekê bên lidarxistin, her dewam bikin. Bi sekna 'Na' ya li referandûmê re divê em çalakiyên xwe yên şermezarkirina 15'ê Sibatê mezin bikin. Bi çalakiyên xwe yên berfireh, bi pêngavên xwe yên şerê şoreşgerî yên biharê re, em ê îsal bikin sala pûçkirina komployê. Em ê şiyara xwe ya 'Azadî ji Ocalan re, azadî ji Kurdistanê re, demokrasî û sosyalîzm ji Tirkiye û Rojhilata Navîn re' pêk bînin."