Mele Abdulvahap Bariş jiyana xwe ji dest da
Yek ji damezrîner û rêveberên Hereketa Îslamî ya Kurdistanê (HÎK) û Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mele Abdulvahap Bariş, li bajarê Russelsheîm ê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da.
Yek ji damezrîner û rêveberên Hereketa Îslamî ya Kurdistanê (HÎK) û Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mele Abdulvahap Bariş, li bajarê Russelsheîm ê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da.
Ji bo Mele Abdulvahap Bariş ê ji gundê Helex ê Mîdyatê, wê îro saet di 11:00 de li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Frankfûrtê (Gwinnerstr. 29, 60388 Frankfurt) merasîmek bê lidarxistin. Piştî vê merasîmê wê cenazeyê wî bişînin welêt.