Ji Cemîl Bayîk banga hevpar a têkoşînê, li gelê Kurd jî lidarxistina Kongreya Netewî kir
Bayîk ê ku peyamek bi dîmen ji bo mîtînga Strasboûrgê şand wiah got: “Têkoşîna Tegera Kurd a li dijî Komploya Navneteweyî didome.”
Bayîk ê ku peyamek bi dîmen ji bo mîtînga Strasboûrgê şand wiah got: “Têkoşîna Tegera Kurd a li dijî Komploya Navneteweyî didome.”
Mîtînga ku bi boneya 18. Salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg a Fransayê hate lidarxistin dewam dike. Di mîtîngê de Hevserokê Konseya Rêvber a KCK’ê Cemîl Bayîk peyamek bi dîmen şand.
Piştî daxuyaniya ku ji aliyê enternasyonalîstên ku 1’ê Sibatê ji Lukesemboûrgê heta Strasboûrgê 270 km meşiyan û şûnde, helbesta ‘Ew Kurdistane’ ya bi Îspanyolî hate xwendin.
Piştî koma enternasyonalîst peyama bi dîmen a Hevserokê Konseya Rêvebera a KCK’ê Cemîl Bayîk a hate nîşandan.
“OCALAN LI DIJÎ KOMPLOYÊ BI PROJEYA KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK DERKET PÊŞ”
Cemîl Bayîk sekna gelê Kurd a li dijî Komploya Navneteweyî ya beriya 18 salan ku li dijî Ocalan hate kirin silav kir û wiha got: “Têkoşîna Tevgera Kurd a li dijî Komploya Navneteweyî didome.”
Bayîk destnîşan kir ku Ocalan ji bo ku aştiyekî meyînde bide avakirin xwenst derbasî Ewropayê bibe lê hêzên navneteweyî komplo xistin dewreyê, lê Ocalan li dijî van hêzan bi projeya konfederalîzma demokratîk derket pêş.
Cemîl Bayîk bi bîr xist ku tevî şert û mercên giran ên esareta Îmraliyê jî baweriya gelan a aştiyê ya bi destê Ocalan hê xurtir û bihêz bûye, demokratên sosyal û cîhana lîberal pirsgirêkan çareser nake. Bayîk diyar kir ku modernîteya kapitalîs nîjatperestiyê bi hêz dike û got: “Modernîteya kapitalîst, ji berdewamkirina kirîz û kaosê sûdê werdigire. Ew vê pirsgirêkê çareser nake.”
Cemîl Bayîk bi bîr xist ku demokrasiya redîkal û sosyalîzma demokratîk ti çare ji pirsgirêkên cîhanê re nedîtine û wiha pê de çû: “Yên ku îdeolojî û hizrê Rêber Apo esas bigirin, wê pirsgirêkan çareser bikin.”
AKP Û MHP DIXWAZIN CAREK DIN KOMPLOYÊ ZINDÎ BIKIN
Cemîl Bayîk diyar kir ku komploya navnetewî ne gihiştiye armanca xwe û hatiye têk birin, lê belê li Tirkiyê AKP û MHP bi hevkariya Erdogan dixwaze vê komployê carek din zindî bike û got; "Dixwazin Rêbertiyê dîl bigrin û tûne bikin."
Bayîk bi bîr xist ku Tevgera Kurd û Ocalan li rexmê şertên esaretê komplo vale derxistine û got; "Qetlîama Parîsê ceribandinek ya vê bû." Cemîl Bayîk bal kişand ser hevkariya îtifaqa Erdogan û Bahçelî ya qirkirina li ser Kurdan.
BANG LI RÛSYA Û DYA KİR PIŞTGIRÎ NEDIN POLITÎKAYÊN QIRKIRINÊ
Cemîl Bayîk bang li gelan kir ku li dijî van îtifaqên qirkirinê bi hevre tekoşinê bikin û di heman demê de bang li Rûsya û DYA'ê kir ku piştgirî nedin politîkayên qirkirinê yên dijî Kurdan. Cemîl Bayîk diyar kir ku bi piştgirî nedin van politîkayan, di qirkirina Kurdan rol nelîzin. Di sala 2017'an deli dijî faşîzim û mêtingeriyê wê berxwedanekî bihêz çêbibe.
Bayîk, diyar kir ku ji bo valaderxistina komployê divê Xweseriya Demokratîk bê avakirin û ev nirxandin kir: “Divê li her kolan, tax, bajar berxwedan bê bilindkirin. Eger ku gelê me û dostên em li ser vî bingehî bikeve nava liv û tevgerê wê awayekî bi hêz bi ser bikevin. Yekane hêzê ku demokrasiyê bîne cîhanê em in. Divê ev bi hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê re jî têkilî bên danîn; divê girêdan bê xurtkirin.
Bayîk banga lidarxistina Kongeya Navneteweyî dubare kir û got: “Em vê di sala 2017’an de li dar bixin, hem ji bo mirovatiyê, hem ji bo demokrasiyê wê bibin gavên şênber û wê komplo bê valaderxistin.”