Kartal: Wê di Biharê de faşîzma Erdogan bi dawî bibe
Remzî Kartal di mîtînag li bajarê Strasbotorûgê de ku bi boneya protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê hate lidarxistin axivî. Kartal berxwedana gel a li dijî komployê silav kir.
Remzî Kartal di mîtînag li bajarê Strasbotorûgê de ku bi boneya protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê hate lidarxistin axivî. Kartal berxwedana gel a li dijî komployê silav kir.
Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal di mîtînga bi boneya 18. Salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin axivî û bang li gel kir ku li dijî faşîzma Erdogan têkoşîn bikin û wiha got: “Wê biharê faşzîma Erdogan têk biçe.”
Remzî Kartal di mîtînag li bajarê Strasbotorûgê de ku bi boneya protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê hate lidarxistin axivî. Kartal berxwedana gel a li dijî komployê silav kir.
Remzî, bibîr xist ku komplo hatiye valaderxistin, bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk. Kartal diyar kir ku dewleta Tirk û faşîzma AKP’ê ji bo desthilatdariya xwe bidomîne û emrê xwe dirêj bike van êrîşan didin kirin û her wiha ji bo pêşveçûnên tevgera Kurd asteng bike dide kirin.
Remzî Kartal diyar kir, her ku diçe kiryarên dewleta Tirk a li Rojhilata Navîn û cîhanê kirine derdikeve pêş û wiha got: “Êdî li hemû cîhanê li dijî me ti mûtefîkan ji xwe re nabîne.”
'EMÊ BUHARÊ FAŞÎZMA ERDOGAN BI DAWÎ BÎNÎN'
Remzî Kartal diyar kir ku AKP û Erdogan ji bo bineketina ku dijîn derbas bikin bi hemû hêza xwe diçin referandûmê û referandûm jî ji bo Tevgera Azadî giringiya xw heye û wiha got; "Em wek Tevgera Azadî amadene. Bihar tê, amadekariyên me hene. Em ê îxtidara Erdogan û Bahçelî ya avakirî bi rûxînin û Biharê dawî li faşîzma Erdogan bînin. Bila gumanên ti hêzan nebe."
Remzî Kartal diyar kir ku referandûm ji bo Kurdan fersendeke û pêwîste deng dayîn bi cidî were girtin. Eger ku referandûm derbas nebe wê derbeyek li îxtidara AKP'ê bikeve û pêwîste hemû Kurdistaniyên li cîhanê ji bo vê xebat dibe meşandin.
Kartal diyarkir ku yek ji hedefa wan ya di sala 2017'an azadkirina Rêbrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
MÎTÎNG BI SÎRÛDÊN AZADIYÊ VE BI DAWÎ BÛ
Di mîtînga li Strasboûrgê de sînevîzyonek ya axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dîmenên gerîlayan jî di nav de hat nîşandan. Bi nîşandana sînevîzyonê re girseya gel bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' û 'Gêrîla lê dixe, Kurdistanê diparêze' hatin avêtin.
Di dawiya mîtîngê de endamên Koma Berxwedan hatîn ser dîkê, stran û sirûdên ku li ser tekoşîna azadiyê û ji bo Ocalan hatîn amadekriin hat xwendin.