NÛ BÛ II

Operasyonên qirkirina siyasî: Zêdeyî 100 kes hatin binçavkirin

Li Stenbol, Edene, Çewlik û Semsûrê polîsên Tirk avêtin ser malan û endam û rêveberên HDP, DBP, HDK, TJA û Egîtîm-Sen jî di nav de zêdeyî 100 kes binçav kirin.

Li Edeneyê, polîsên Tirk avêtin ser malên endamên HDP'ê. Li gorî agahiyan, polîsan avêtine ser 30 malan û herî kêm 26 kes binçav kirine.

Di nava kesên hatine binçavkirin de Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Huseyîn Beyaz jî heye.

Li gelek navçeyên Stenbolê jî, polîsan danê sibehê avêtin ser malan. Li gorî nûçeyên ji aliyê medya AKP/MHP'ê ve hatin weşandin, 70 kes hatine binçavkirin û der heqê 34 kesan de biryara girtinê heye. Serdegirtin û operasyonên binçavkirinê di vê kêliyê de jî dewam dikin.

Kesên hatin binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li kolana Vatanê.

Di nava binçavkiriyan de endam û rêveberên Egîtîm-Sen, HDK, HDP, DBP û TJA hene.

ÇEWLIK

Li Çewlikê jî, danê sibehê polîsan avêtin ser gelek malan. Piştî serdegirtinê endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Adnan Sari, Encumenê Şaredariya Çewlikê yê DBP'yî Cîhat Yildirim, endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Aydin Kaya û Îlhan Çakabay ê DBP'yî hatin binçavkirin.

SEMSÛR

Li Semsûrê jî 4 kes ji ber parvekirinên xwe yên li medya civakî hatin binçavkirin.