BI DÎMEN

Meşa Dirêj a li Swêdê bi mîtîngê qediya

Kurdistanî û dostên wan ên li Swêdê dijîn, Meşa Dirêj a 11'ê Sibatê ji Balafirgeha Arlandayê dan destpêkirin, duh li navenda paytext Stockholmê bi mîtîngekê qedandin.

Girseya gel duh danê sibehê, ji bajarokê Sollentûnayê dest bi roja duyemîn a meşê kir û li ber sirûd û stranan ketin nava bajarê Stockholmê. Dema ku girse gihîşt navenda bajêr, coş û kelecan zêde bû.

Yek ji kolanên ku meşvan jê derbas bûn, kolana Bîrgerjarlasgatanê bû ku yek ji kolanên herî qelebalix ên Stockholmê ye. Dirûşmên ji bo azadiya Ocalan û yên "Faşîst Erdogan, kujer Erdogan", "Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê vekişînin" û "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime" li vê kolanê deng vedan.

Meşvan li Meydana Sergelê ji aliyê girseya gel ve bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Çalakgeran li vir govend gerandin û sirûdên bi Kurdî gotin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bi can bi xwîn em bi te re ne Ocalan", "Kujer Erdogan", "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re", "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.

Piştre yek ji beşdarên Meşa Dirêj endamê Komîteya Rojava Anders Warberg axivî û diyar kir, ji bo aştiyeke wekhev li Tirkiye û Rojhilata navîn bi cih bibe, lazim e Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Warberg bang li Swêdê û Yekîtiya Ewropayê kir, ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Ayşe Goktepe jî komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan şermezar kir û got, heta azadiya Ocalan ew ê li kolan û meydanan bin.