Li Danîmarkayê Meşa Ji Ocalan re Azadî bi mîtîngekê qediya
Meşa Dirêj a ‘Ji Ocalan re Azadî’’ ya ku bi pêşengiya Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarkayê ji bo du rojan destpê kirî, îro li qada Radhûpladsen a li navenda bajêr a Kopenhagê bi dawî bû.
ANF
KOPENHAG
şemî, 11 reşemiyê 2017, 18:01
Di dema meşê de li gel hewaya sar jî beşdar bi coşeke mezin meşa xwe domandin û li ser rê jî Danîmarkiyan jî pêwendiyeke mezin ji bo meşvanan nîşan dan. Di meşê de tim bi Danî û Kurdî dirûşmên wekî ‘’Bijî Ocalan, Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re aştî, Terorîst Erdogan, Terorîst Tirkiye’’ berz kirin.
Di mîtîngê de ji xeynî Kurdistaniyan Danîmarkî û dostên Kurdan jî hebûn. Di dema mîtîngê de yek ji Serokê Şaredariya Kopenhagê yê berê Vîllo Sîgûrdsson jî axivî. Sîgurdsson bal kişande ser qirkirin û zexta li Kurdistanê û destnîşan kir ku hevgirtina ji bo Kurdan girîng e. Sîgûrdsson heftiya bihurî jî tevlî Meşa Dirêj bû ku bi dirûşma ji Ocalan re Azadî dest pê kiribû.
Di mîtîngê de her wiha yek ji endamê Komîteya Helsinkî ku yek ji saziya civaka sivîl e, Kjeld Aakjer axivî.
Meşa du rojî Înê sibehî ji bo du rojan bi pêşengiya NCDK-D’Ê bi tevlêbûna bi sedan Kurdistaniyan li Gara Trênê dest pê kiribû.
Di meşê de bal hate kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di danezana Meşa Dirêj de hate diyarkirin ku NCDK-D di salvgera 18. a Komploya Navdewletî de di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tim li qadan bin.