ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk li Ewropa li gelek navenda hate şermezarkirin
Li gelek bajarên Ewropa Kurdistanî daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê û Rojava û îxaneta PDK’ê şermezar kirin. -
Tirkiye di ‘’Azadiya Çapemeniyê’ de 4 rêzan bi paş ve çû
Tirkiye di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya dinyayê de 4 rêzên dî jî bi paş ve çû û di nav 180 welatî de kete rêza 155’an. -
Hunko: Wê bibûya hetîketî ku biryara venêranê li ser Tirkiye nehatiba dayin
Parlamenterê Elman Andrej Hunko têkildarî biryara MPKE’yê ya monîtorîngê axivî û got, ‘’Heke li ser Tirkiyê biryara venêranê nehatiba standin wê ev hetîketî bûya." -
Die Presse êrîşên artêşa Tirk şermezar kir
Dîe Presse nivîseke rexneyî ya li ser êrîşên Tirkiyê yên bi ser Rojava û Şengalê de weşand. -
Li Swîsreyê dewleta Tirk hate protestokirin
Li Swîsreyê Kurdên ku êrîşên dewleta Tirk protesto kirin daketin qadan. -
Li Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê hatin şermezarkirin
Kurdên ku li Elmanyayê dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengal û Rojava şermezar kirin. -
Amerîkayê bertek nîşanî êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê da
Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê, ragihand ku êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê dibin sedema fikaran. -
Li Ewrûpayê êrîşên li ser Şengal û Rojava hatin protestokirin
Êrîşên balefirên şer ên Tirkiyeyê yên li ser Şengal û Rojava li gelek bajarên Ewrûpayê bi mîtîng û meşê hate protestokirin. -
Amerîkayê bertek nîşanî êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê da
Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê, ragihand ku êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê dibin sedema fikaran. -
HDP: Erdogan rê li ber biryara Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê vekir
HDP’ê bal kişand ser biryara ‘venêrînê’ ya Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê ya li ser Tirkiyeyê, encameke polîtîkayên Erdogan e û banga ‘pêvajoya çareseriyê’ kir. -
FEDA: Em li ba gelê Şengalê yê berxwedêr in
FEDA’yê êrîşên li ser Şengal û Rojavayê şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî û gelan kir ku bila helwesta xwe diyar bikin. -
MPKE Tirkiye ji nû ve xist pêvajoya Monîtorîng
Li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE), rapora 'Li Tirkiyeyê rêveçûna saziyên demokratîk' piştî nirxandina pêşnûmeyên guhertinê bi piraniya dengan hate qebûlkirin. Biryar hat dayîn Tirkiye ji nû ve bikeve pêvajoya kontrolê (Monîtorîng). -
Rayedarên koalîsyonê li Qereçoxê ne
Rayedarên Koalîsyona Navdewletî ya têkoşîna dijî DAIŞ’ê çûne Qereçoxê ya Rojava ku ji hêla balafirên şer ên Tirk ve hatibû bombekirin. -
Di rûniştina MPKE de rexneyên tund li Tirkiyeyê hatin kirin
Di rûniştina Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MKPE) de, parlamenter li ser rapora bi sernavê "Li Tirkiyeyê, rêveçûna saziyên demokratîk" axivîn û rexneyên tund li Tirkiyeyê kirin. -
‘Erdogan dixwaze têkçûna xwe bi van êrîşan bide nixûmandin’
Koordînesyona Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava diyar kir ku êrîşa dewleta Tirk ji bo veşartina têkçûna siyasî ya di referandumê de ye û astengkirina şerê li dijî terorê ye. -
Ewropa îro wê êrîşên bi ser Şengalê û Rojava de şermezar bike
Êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên bi ser Rojava û Şengalê de li gelek welatên Ewropa îro wê werin şermezarkirin. -
NAV-DEM û YJK-E’yê ji bo Şengal û Rojava banga çalakiyê kirin
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NAV-DEM) û Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanya (YKJK-E) li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên bi ser Şengal û Rojava daxuyanî dan û bang kirin ku Kurd bi lezgînî li hemû qadan helwesta xwe nîşan bidin. -
KCDK-E’yê li dijî êrîşên qirker banga çalakiyê kir
Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E’yê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Şengal û Rojava de bang li gelê Kurd ê Ewropayê kir ku rabe ser piyan. -
Çeteyê DAIŞ'ê ku keçeke 10 salî kir kole, dibe ku ji girtîgehê derkeve
Çeteyekî Tirk ê ji Elmanyayê tevlî DAIŞ'ê bû, tenê ji ber ku 'mikur hatiye' dibe ku cezayê wî bê taloqkirin. -
Paylan: Yên di qirkirinê de mirine hê li benda edaletê ne
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan diyar kir, mirovên di Qirkirina Ermeniyan de hatine kuştin, hê li benda edaletê ne. -
'1915 tê bîra me, em bi bîr tînin û daxwaza edaletê dikin'
Tevî ku 102 sal di ser qirkirinê re derbas bûye, lêgerîna li edaletê ya gelên hatine qirkirin, dewam dike. -
Encamên referandûmê li Kassel û Viyanayê hatin şermezarkirin
Li bajarê Kassel ê Elmanyayê û bajarê Awûstûrya yê Viyanayê, dek û dolabên rejîma AKP-MHP'ê yên di referandûmê de kir, hatin şermezarkirin. -
‘Nehêlin bibe 103 sal, hevrûyî qirkirinê bibin’
Di çalakiya bibîranînê ya 102’emîn a qirbûna Ermenan de banga qebûlkirin û hevrûbûnê hate kirin. -
Li Meclîsa Parlementer a Konseya Ewrûpayê mijar ‘Tirkiye’ ye
Heyeta HDP û DBP’ê li Meclîsa Parlementer a Konseya Ewrûpayê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Li vê derê wê têkiliyên bi Tirkiyeyê re werin nirxandin. -
Îro 23 Nîsanê roja qetilkirina Ezîdiyên Ermenistanê ye
Li Ermenistanê jî qetilkirina Ezîdiyan bi bîr hat û ji aliyê sazî û rêxistinên Kurdan ve bi çeleng û destegulan çûn serdana cihên qetilkirinê. Merasîma qetilkirina Ezîdiyan ji aliyê Kurdistan Komîteyê ve hat organîzekirin.