Di serî de ji bo şehîdên di sala 1915’an de yên ji aliyê Dewleta Osmanî ve, şehîdên têkoşîna Kurdan a vê sedsala dawîn û şehîdên Fermana 73’emîn a 3’ê Tebaxa 2014’an rêz hate girtin. Piştre jî kesên ku hatin, gul û çîçek birin Abîdeya Qetilkirinê.
Şandeyên Ermen, Asûr û Rûs jî beşdarî merasîmêbûn û kulîlk danîn ser Abîdeya Qetilkirinê.
Ji her çar aliyê Ermenistanê mirov beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de parlementerê Kurd ê Ermenistanê Kinyasê Hasanov axivî û got, “Pêwîst e em li gelê xwe û li xwe xwedî derkevin. Milletê ku xwe birêxistin kiribe û yekîtiya wî milletî hebe, ev gel bi vî awayî qetil nabe. Di serî de Dewleta Tirkiyeyê em hemû dewletan şermezar dikin ên ku tiliyan wan di vê qirkirinê de hene. Û em rehmetê ji ruhê şehîdan re dixwazin.”
Piştre jî Egîtê Fêro axivî û got, “Em hê jî nizanin çiqas kal û pîrên me di wê rojê de mirine. Berî sed, du sed salî Roma Reş qirkirineke mezin li ser bav û kalê me kiriye. Kalê min behs dikir ku, ji nav 26 kesan tenê kesek xwe rizgar dike. De ka em hîs bikin ku qirkirineke çawa qewimiye. Bavê min û kalê min heta roja mirin jî digotin, zarokno hûn çi dikin bikin xwe ji tifaqa gelê xwe qut nekin. Ji ber vê jî ez dibêjim, bila gelê me tifaqa xwe xurt bike û bila xwe bispêre rêxistina rizgariyê ya gelê Kurd, Rêber Apo û PKK’ê. We hemûyan dîtin ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de gerîlla bi hawara gelê me ve çûn. Ji ber vê jî em dibêjin bêrêxistin û bêparastin nabe.”
Piştre jî Seroka Komîteya Jinan Qadir axivî û got, “Ez hêvî dikim ku civaka Êzidî 23’ê Nîsanê ji xwe re bikin roja tifaqê. Ji ber ku di vê rojê de ferman bi serê kal û pîrên me hatine. Fermana 72’yan ji aliyê Dewleta Osmanî ve bi ser gelê me hat. Kal û pîrên me digotin, Roma Reş bi ser me de hat û jin û mêr û kal û pîrên me kuştin. Bila Xwedê tofana vana, bi serê kesî ve neyne. Mixabin sibê jî, 24’ê Nîsanê Roja Qetilbûna Ermenan e. Pêwîst e em li hev xwedî derkevin. Êşa me hemûyan yek e. Em Êzidî, Asûrî, Suryan û Ermen ji aliyê Dewleta Osmanî ji ser xaka pîroz hatin qewirandin.”
Piştî axaftinan merasîm bi dawî bû.