Li Swîsreyê dewleta Tirk hate protestokirin

Li Swîsreyê Kurdên ku êrîşên dewleta Tirk protesto kirin daketin qadan.

Di çalakiyên li Swîsreyê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê hatin protestokirin.

BASEL


Li bajarê Baselê ya li Swîsreyê êrîşên dewleta Tirk ên li Rojava û Şengalê hate protestokirin.
Bi pêşengiya Dem-Kurd û Meclîsa Jinan a Basel Ronahiyê gelek kes beşdarî çalakiya li pêşiya parlementoya kantonê bûn.


Di çalakiyê de li dijî dewleta Tirk û Erdogan sloganên bi Elmanî hatin berzkirin. Ji bo bibîranîna şervanên YPG’ê bi Çerxa Şoreşê rêz hate girtin.


Hevseroka Dem-Kurd’ê Elîf Îşcan di çalakiyê de axivî û got PDK ligel dewleta Tirk tevdigere û wê dema ku PDK’ê Êzidî li ser piştê hişt û reviya bi bîr anî.

 


Li bajarê Cenevreyê êrîşên dewleta Tirk ên li Rojava û Şengalê hate protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Postexaneya Navendî hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk ên li Rojava û Şengalê hate protesto kirin.


Di çalakiyê de Hevserokê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk Salih Saglam axivî û bal bir ser vî tiştî ku, “Tu Kurd divê vê îxanetê qebûl neke. Dewleta Tirk ji bo ku rêyekê ji xwe re bibîne êrîşî nirxên Kurdan dike û dixwaze hevkarê xwe DAIŞ’ê biparêze. Hêzên navneteweyî yên ku vî tiştî dibînin û bêdeng dimînin jî sûcdar in.”


LOZAN


Bi banga Dem-Kurdê êrîşên dewleta Tirk ên li Rojava û Şengalê hatin protesto kirin. 
Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Dêra St. Laûrantê mîtîngek li dar xistin. Di axaftinên li ser navê Dem-Kurd û PYD’ê de hat gotin ku, “Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê li hemberî hemû gelê Kurd e.” Çalakî bi xwendina belavokên bi Frensî, Kurdî û Tirkî bi dawî bû.

BERN
Îro bi banga Dem-Kurdê nêzî 200 Kurdistanî, Tirkiyeyî û Swîsreyî li Bern Bahnofplatzê êrîşên dewleta Tirk ên li Rojava û Şengalê protesto kirin.
Girseyê bi Kurdî, Tirkî û Elmanî sloganên li dijî dewleta Tirk û Erdogan berz kir.
Piştî xwendina belavokên bi Kurdî, Elmanî û Tirkî çalakî bi dawî bû.