Çeteyê DAIŞ'ê ku keçeke 10 salî kir kole, dibe ku ji girtîgehê derkeve

Çeteyekî Tirk ê ji Elmanyayê tevlî DAIŞ'ê bû, tenê ji ber ku 'mikur hatiye' dibe ku cezayê wî bê taloqkirin.

Tê gotin, ev çete keçeke Êzidî ya 10 salî weke koleyan bi kar aniye û gelek sûcênd in kiriye.

Di rûniştineke duh de li ku bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê pêk hat, çeteyê DAIŞ'ê yê bi navê Anil O. ku li xwe mikur hat, hate darizandin. Ev xwendekarê berê yê tipê yê 23 salî, di destpêkê de li Elmanyayê 'radîkal' bûye û piştre di sala 2015'an de di ser Tirkiyeyê re çûye bajarê Reqayê.

Tê gotin, Anil O. piştî ku ji nava DAIŞ'ê reviya vegeriya Elmanyayê û tevî gelek serçeteyên li Elmanyayê der barê rêxistinbûyîna DAIŞ'ê ya li Sûriyeyê li xwe mikur hat. Vî çeteyî li xwe mikur hat ku keçeke Êzidî ya 10 salî li Reqayê weke koleya seksê jê re hatiye dayîn. Ev mikurhatinên çete Anil O. li rojnameya Dîe Zeît hate weşandin.

Li gorî nûçeyên medya Elman ku agahiyan dispêre dozgerî û parêzerê bersûc, wê çeteyê bi navê Anil O. bi şert bê berdan. Rûniştina din a dozê wê di 15'ê Gulanê de were kirin. Ev çete beriya vê rûniştinê di nava statuya 'şahidê veşartî' de hate bicihkirin û pêkane ku li gorî 'agahiyên daye' ji girtîgehê derkeve.