‘Erdogan dixwaze têkçûna xwe bi van êrîşan bide nixûmandin’

Koordînesyona Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava diyar kir ku êrîşa dewleta Tirk ji bo veşartina têkçûna siyasî ya di referandumê de ye û astengkirina şerê li dijî terorê ye.

Koordînesyona Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên dewleta Tirk ya li ser Rojava û herêma Şengalê şermezar kir û bang li civaka navnetewî kir ku dawî li bêdengiya xwe bîne.

Koordînasyonê diyar kir ku şerê wan ê yê li dijî hêzên terorî û tarî û bi nêzikbûna mizgîniya têkbirina DAIŞ`ê ya li Tebqa û Reqa, balafirên hikumeta Tirkî yên xedar, navendên ragihandinê û gundên aram ên herêma Dêrikê hedef girt. Destwerdana Tirkiye heta Şengalê jî dirêj bû û gelê Êzîdî yên birîndar jî kir armanca xwe. Di encama vê yekê bombebaranê de hejmare şehîd û birîndar çêbûn û navenda ragihandinê ya Qereçox ruxiya.

‘ERDOGAN JI BO TÊKÇÛNA XWE VEŞÊRE ÊRÎŞ DIKE’

Kordînasyona Rêveberiya Xweser a Demokratîk bal kişan ser êrîşên dewleta Tirk û Erdogan û got: “Diyare ku Erdogan ê nîvê gelê Tirkiye li hember wî sekinî, dest bi tolhildanê kiriye û gel, hêz û herêmên me yên aram hedef girt. Erdogan ji ber têkçûna xwe ya siyasî di referandumê de wê berê herêmê bide şerekî navxweyî, da ku têkçûna xwe veşêre.”

‘LI DIJÎ ÊRÎŞAN BÊDENGIYA XWE BI DAWÎ BIKIN’

Em weke Kordînesyona Rêveberiya Xweseriya Demokratîk vê êrîşa Tirkiye şermezar dikin û bang li civaka navnetewî dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û li hember hikumeta ku destkeftiyên YPG`ê, YPJ`ê û QSD`ê bi piştgiriya hêzên koalîsyonê qezenc kirine, hedef digire bibin xwedî helwest. Di heman demê de em tekez dikin ku ev kiryar Wê îradeya me xurtir bike û yekîtiya me bi hêztir bike.

Em bang li gel û hêzên Kurdistanî dikin ku helwesta xwe raber bikin û bi yek destî desteka hêza me ya ku rûmet û aramiyê diparêze bikin.”