'1915 tê bîra me, em bi bîr tînin û daxwaza edaletê dikin'
Tevî ku 102 sal di ser qirkirinê re derbas bûye, lêgerîna li edaletê ya gelên hatine qirkirin, dewam dike.
Tevî ku 102 sal di ser qirkirinê re derbas bûye, lêgerîna li edaletê ya gelên hatine qirkirin, dewam dike.
Tevî ku 102 sal di ser qirkirinê re derbas bûye, lêgerîna li edaletê ya gelên hatine qirkirin, dewam dike. Polîtîkayên înkarkirinê yên dewleta Tirk, bi AKP'ê re veguheriye kevneşopiyekê. AKP tevî înkarkirinê her wiha qirkirinên nû jî dike. Ermenî, Suryanî, Kurd û gelên bindest ên li Swêdê dijîn, nearzîbûn nîşanî vê dan.
Bi wesîleya salvegera 102. a qirkirinê, li paytexta Swêd Stockholmê qirkirina 1915'an hate şermezarkirin. Bi vê armancê gelek çalakî hatin lidarxistin. Çalakiya destpêkê duh danê sibehê ji aliyê Federasyona Swêd-Ermenî hate lidarxistin.
Xizmên qurbaniyên qirkirinê, Alma Johansson ji bîr nekirin, ku di sala 1915'an de dema li Mûşê mîsyonerî dikir, qirkirina ku jê re şahidî kir ji raya giştî ya cîhanê re ragihand. Girseya gel danê sibehê çû ser gora Johannson, kulîlk danîn ser gorê û find vêxist.
Saet di 12:00 de jî li ber sirûdan ji Parka Hûmle ber bi Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê meşiya. Ermeniyan di meşê de pankart û dowîzên bi nivîsa "Tê bîra me, em bi bîr tînin û daxwaza edaletê dikin", "Divê ti carî 1915 rû nede", "24'ê Nîsana 1915'an ti carî ji bîr neke", "Ji bo qirkirinên nû neyê kirin, bila Tirkiye Qirkirina 1915'an nas bike" hilgirtin. Di dema meşê de bi qîrîna dirûşman dewleta Tirk hate şermezarkirin û daxwaza naskirina qirkirinê hate kirin.
Polîsan bendên ji hesin danîn ber avahiya sefaretxaneyê û nehiştin ku xwepêşandêr xwe bigihînin. Çalakgeran li ber bendan banga naskirina qirkirinê li dewleta Tirk kirin û dirûşmên "Tirkiye ji xwe şerm bike", "Divê ti carî 1915 rû nede" û "Tê bîra me, em bi bîr tînin û daxwaza edaletê dikin" qîriyan.
Ermeniyan piştre berê xwe dan Dêra Hogalîdê û ji bo bîranîna qurbaniyên qirkirinê find vêxistin û dua kirin. Li vê derê papazên Ermenî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl axivîn û hişyarî dan, ku înkarkirin rê li ber qirkirinên nû vedike. Qisekeran ji raya giştî ya demokratîk û welatan xwest ku zextê li dewleta Tirk bikin ji bo qirkirinê nas bike.
Saet di 17:30 de jî ji bo bîranîna qurbaniyên Asûrî-Suryanî li ber avahiya paralmentê çalakiyek hate lidarxistin. Kal, pîr û ciwanên Asûrî-Suryanî, komkujî û hovîtiya di dema 1915 Seyfo de hate kirin, vegotin.
Qisekeran bal kişandin ser polîtîkaya înkarê ya dewleta Tirk û gotin, ev polîtîka dibe sedem ku çeteyên DAIŞ'ê, cîhadperest di roja îro de jî Asûrî-Suryanî, Ermenî û Êzidiyan qir bikin.
Xwepêşandêran ji hikumeta Swêdê xwestin, biryara xwe ya li ser qirkirinê ku di sala 2010'an de wergirt bixe meriyetê û bi qîrîna dirûşman Erdogan û hikumeta Tirk şermezar kirin. Xwepêşandêran xwestin Seyfo were naskirin.