‘Nehêlin bibe 103 sal, hevrûyî qirkirinê bibin’
Di çalakiya bibîranînê ya 102’emîn a qirbûna Ermenan de banga qebûlkirin û hevrûbûnê hate kirin.
Di çalakiya bibîranînê ya 102’emîn a qirbûna Ermenan de banga qebûlkirin û hevrûbûnê hate kirin.
Di bibîranînê de bal birin ser vî tiştî ku hevrûbûna li qirkirina 1915’an deynek e û peyama “102 sal derbas bû. Nehêlin bibe 103 sal. Lêborîna xwe bixwazin” hate dayîn.
Di salvegera 102’emîn a qirbûna Ermenan de, ji bo ronakbîrên Ermen ên ku jiyana xwe ji dest dane çalakiya bibîranînê hate li dar xistin. Bi banga Platforma Bibîranîna 24’ê Nîsanê li qada Tunelê ya Beyoglûyê bîranîn hate kirin û wêneyên ronakbîrên Ermen hatin hildan. Hevsera Hrant Dînk ê Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê bû û hate qetilkirin Rakel Dînk, nûnerên EGAM, ABGU, dîasporaya Ermenan, Parlementerê HDP’ê Garo Paylan, Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û gelek rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî beşdarî bibîranînê bûn. Di çalakiyê de navê ronakbîrên Ermen ên ku di 24’ê Nîsanê de hatibûn binçavkirin yeko yeko hatin xwendin û li ser navê Platforma Bibîranîna 24’ê Nîsanê Mûrat Çelîkkan daxuyanî xwend.
Çelîkkan bûyerên êvara qirkirinê bi bîr xist û got, “24’ê Nîsanê roja destpêka qirkirina gelekî ye. Di du salan de li Anadolûyê Ermen neman. Ermenên ku birin girtîgehên Çankiri û Ayaşê gihiştibû 250’î. 174 Ermen bêyî ku werin darizandin, hatin qetilkirin. Ji bo komkujiyên di dawiya Tîrmehê de, qefleyên Ermenan ên ku hatibûn girtin, ji Enqereyê derxistin rê û birin gelî û daristanên bi çend saetan dûr. Berê her tiştên li ser wan ji wan stendin û ew tazî kirin. Piştre jî ne bi çekê, lê bi kêr û şîşan hatin kuştin.”
‘DEMA GELEK HAT ÎMHAKIRIN, HEMÛ NIRXÊN CIVAKEKÊ BIRÎNDAR BÛ’
Çelîkkan bal bir ser vî tiştî ku di 24’ê Nîsana 1915’an de dema hemû nirxên gelekî hatin tasfîyekirin, pêre jî hemû nirxên civakê hate birîndarkirin. Çelîkkan bi bîr xist ku, şopên mîrateya çandî ya Ermenan jî hatin tunekirin û bi hezaran avahî, dêr û dibistanên dîrokî bi zanebûn hatin kavilkirin û got, “Wekî ku Ermen hîç li ser vê axê nejiyabûn, jiyana xwe domandin”
‘DEYNÊ ME YÊ LI WIJDANÊ ME YE’
Çelîkkan diyar kir, heta ku hevrûyî vê qirkirinê nebin nikarin giraniya kuştina Hrant Dînk, Sevag Balikçi, Marîsa Kuçuk karibin li ser xwe biavêjin û got, “Hewldana ji bo hevrûbûnê, li hemberî Hrant Dînk, Sevag û Marîsa ye. Ev tişt li hemberî xuşk û birayên me yên li çar aliyê belav bûne, deynek e. Li hemberî wijdanê me deynek e. 102 sal derbas bû, bila nebe 103 sal. Lêborîna xwe bixwazin.”