NAV-DEM û YJK-E’yê ji bo Şengal û Rojava banga çalakiyê kirin

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NAV-DEM) û Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanya (YKJK-E) li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên bi ser Şengal û Rojava daxuyanî dan û bang kirin ku Kurd bi lezgînî li hemû qadan helwesta xwe nîşan bidin.

NAV-DEM û YJK-E’yê di daxuyaniyê de diyar kirin ku dewleta Tirk a bi lîdertiya Erdogan ê dîktator li dijî Kurdan êrîşên qirkirinê daye destpêkirin û got, li dijî terora sînornenas a dewleta Tirk a bi lîdertiya Erdogan ê faşîst divê hemû beşên Kurdistanê, li derveyî welat hemû Kurdên Êzîdî, Elewî, Misilman, civakên Kurd û Kurdistanî bi lezgînî li cihê ku lê ne derkevin qadan, helwesta xwe nîşan bidin û ev peywir û berpirsyariyeke jiyanî ye.

BANGA LI HÊZÊN NAVDEWLETÎ

NAV-DEM û YJK-E di destpêkê de Elmanya bang li hikûmetên Ewropa, Konseya Ewropa, Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, DYE, Rûsya û hêzên navdewletî kirin ku li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên bi  ser Kurdan de bi lezgînî helwesta xwe nîşan bidin.